3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana kurdan û dagirkerî

Dagirkerên Kurdistanê li dijî kurdan û li ser axa Kurdistanê şerê tunekirinê dimeşînin. Hemû desthilatên dagirker ji bo berdewamiya xwe, kurdan wekî amûreke şer didin nîşandan. Ji Tirkiyeyê bigirin heta Îranê hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dibînin. Jixwe Sûriye û Iraq ji ber pirsgirêk û şerên navxweyî derfetê nabînin ku êrîşê kurdan bikin. Her çiqas di rabirdûya van herdu dewletan de jî dijminatiya dijî kurdan rewa hatibe dîtin jî niha nikarin zêde bela xwe li kurdan bidin. Lê Îran û Tirkiye ji bo perdekirina pirsgirêkên navxweyî şerekî bêexlaqî li dijî kurdan dimeşînin. Plan û projeyên kontrolkirina civaka xwe li gorî kuştina kurdan amade dikin û li gorî wê dixin meriyetê.

Ev du meh zêdetir e li Îran û li rojhilatê Kurdistanê qetlîaman pêk tîne. Her roj zarok, jin û mirovên bêguneh dikuje. Di ser de jî başûrê Kurdistanê her roj topbaran dike. Li gorî xwe senaryoyan ava dike û li gorî van senaryoyan kurdan dide ber top û guleyan. Bêexlaqiya van dagirkeran şênber e ku her kêlî li ber çavên mirovahiyê pêk tên. Lê li dijî hovîtî û barbariya dagirkeran berxwedana gelê kurd jî bêguman di asta herî jor de ye. Li Rojhilat çalakiyên girseyî li hemberî dijminatiya dagirkeran tên lidarxistin. Tevî ku her roj bi dehan kes tên kuştin jî hevgirtineke civakî derdikeve holê. Hêvî û baweriyeke mezin a serkeftinê di nav civakê de heye. Kurdên rojhilatê Kurdistanê dagirker û dijminê xwe baş nas dikin, lewra hevgirtina di nav bajaran de pir xurt e. Kurdên li rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana xwe senaryoyên komara sêdarê vê kêliyê vale derdixe. Keziyên Jîna Emînî bûn sembola vê berxwedanê û bi ramana jin jiyan azadî li tevahiya cîhanê belav bû.

Li hêla din dewleta dagirker a tirk jî ji bo tengasî û pirsgirêkên navxweyî bide jibîrkirin berê xwe dide kurdan. Helbet sedem ne tenê pirsgirêkên wan ên navxweyî ne, dîroka dagirkerên Kurdistanê li ser tunekirina xwecihiyên herêmê hatiye avakirin. Gelek netew û gelên herêmê bi polîtîka û senaryoyên dagirkeran hatine qirkirin. Lê tevî ku li dijî kurdan heman polîtîka û senaryo meşandine jî bi berxwedan û serhildanên kurdan heta niha negihîştine armancên xwe. Belê kurd tune nekirine lê heta niha kurd bêstatu hiştine. Bêstatuhiştina kurdan niha bûye armanca van dewletan a sereke. Lewra Îran li Rojhilat her roj kurdan darve dike, bombebaran dike û êrîşê statuya başûr dike. Tirkiye jî heman rêbazan li ser kurdan dimeşîne, carinan li bakur carinan li başûr carinan jî li rojava qetlîaman pêk tîne. Li rojava statuya ku kurdan bi dest xistî yekem armanca dagirkeran e ku Îran li kêleka rejîma Sûriyeyê cih digire û ji bo ku Tirkiye jî vê statuyê hilweşîne her tiştî dike. Lewra her tim senaryoyên nû dixe meriyetê. Yek ji van senaryoyan jî bêguman teqîna Taksîma Stenbolê bû. Lê beriya meriv behsa teqîna Taksîmê bike, divê meriv li ser rewşa dewleta tirk û têkiliyên wê biaxive.

Têkiliyên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Sûriyeyê niha tevlîhev in ku herî dawî Efrîn di nav dagirkeriyê de careke din ji aliyê komek çeteyên din ve hat dagirkirin. Tirkiyeyê Efrîn ji komeke çeteyan stand û da koma selefên DAIŞ’ê. Tirkiye bi rejîma Baasê re careke din diyalogê çêdike û jixwe di asta îstixbarî de hevdîtin jî pêk anîn. Helbet ev dilnexweşiyeke mezin di nav çeteyan de çêkir. Bi vê têkiliyê ve girêdayî çend pirs:

– Di erebeya polîsekî tirk de 52 kîlo madeyên teqînê hatin girtin û kes di ser vê bûyerê de neçû. Ew polîs kî bû?

– Ew madeyên teqînê bi ku ve dibirin û ji bo kî dibirin?

– Silêman Soylû wê roja teqîn pêk hatî li Sûriyeyê/Îdlîbê bû. Gelo li wir çi dikir?

– Çima di nav sivîlan de ev teqîn pêk hat û çima dewletê û Silêman Soylû got ku PKK/YPG’ê ev çalakî kiriye?

Carinan pirs ji bersiva çêtirin, lewra hewceyî bi bersivan nabe. Dema teqîn pêk hatî jî bêguman ne tesadûf e. Ka kerem bikin;

Divê bê destnîşankirin ku doza qedexekirina PKK’ê heye û dadgeha Brukselê jî beriya niha biryara ku “PKK ne rêxistineke terorîst e” dabû. Niha jî dozeke wê li Lûksemburgê didome, li gorî parêzeran wê heman biryar bê dayîn. Divê neyê jibîrkirin ku li gelek welatan kampanyaya “PKK ne rêxistineke terorîst e” tê meşandin û ev jî ber bi dawiyê ve diçe ku hedef 4 milyon îmze ye.

Meseleya çekên kîmyewî di rojevê de bû û ji dinyayê bertekên mezin dihatin dayîn. Kurd li gelek deveran derketibûn qadan û hesab ji dewleta tirk dipirsîn. Li tevahiya Ewropayê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Dewleta tirk mecbûr ma û got ku “me çekên kîmyewî bi kar neanîne.”

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye, şer bi her awayî di bin kontrola berxwedêran de ye û artêşa tirk nedikare pêşve here ne jî dikare paşve vegere.

Tayyîp Erdogan çû civîna G20’an û nedixwest ku dest vale here. Pêwîstiya wan bi senaryoyekê hebû, senaryoya herî baş jî ji bo wan bêguman kuştina sivîlan bû.

Li ser bûyera Taksîmê bi awayekî lezûbez senaryoyek hat çêkirin. Bêguman senaryo li ser kurdan û Rojava bû. Lê her kêliya derbas bû û di her daxuyaniya rayedarên dewletê de nakokî, guman û pirs zêde bûn. Tevî nakokî û pirsan jî senaryoya xwe xistin meriyetê. Êrîşên hovane birin ser Rojava û li wir gelek sivîl şehîd kirin. Bi balafiran cihên pêwîstiyên jiyanî hedef hatin girtin, şebekeyên avê, navendên elektrîkê, nexweşxane, dibistan û hwd. kirin hedef.

Divê ev jî bê diyarkirin ku dewletên dagirker dijmin in, lewra hovîtî û faşîzma li Kurdistanê dimeşînin ne tenê ya desthilatan ango AKP-MHP an jî Xamaney e. Ev encamên polîtîka û senaryoyên dewletên dagirker in. Şerê li dijî kurdan tê meşandin stratejîk û demdirêj e. Ji ber vê jî sibê Erdogan an jî Esad li dijî kurdan dikarin tawîzan bidin hev û li dijî kurdan bi hev re şer bikin.

Gotina dawî, divê em kurd bi dagirkeran bidin fêmkirin ku kurd û Kurdistan ji dagirkerî û hovîtiya wan mezintir in. Tevî hemû barbarî, hovîtî, faşîzm û senaryoyên wan jî îro hiş, îrade û baweriyeke xurt a kurdan heye. “Hûn ê me qir bikin, xwelî serê we be.”