10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê ciwan bi afîşan li dijî tecrîdê derketin

Li Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan afîşên "Aştî nabe ku bê tecrîdkirin" hatin daliqandin.

Di serî de li navçeya Beyoglû û gelek deverên Stenbolê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê bi afîşan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ciwanên endamên meclisê, li gelek deverên bajar afîşên “Aştî nabe ku bê tecrîdkirin” ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser wan bûn daleqandin.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, der barê mijarê de li ser hesabên xwe yên medya sanal ev daxuyanî da: “Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û li hemberî polîtîkayên şer, yekane çareserî li Îmraliyê ye! Azadiya Birêz Ocalan wê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe aştî û azadî.”

Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî li gelek nuqteyên bajar dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka azad” nivîsand û bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabe.