spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hin komele li ser navê DGD’ê bazara rayên kurdan dikin

Serokê DGD'ê Abdulhakîm Daş, der barê hilbijartinan de agahiyeke girîng parve kir û got ku hin komele û saziyên ne girêdayî wan ji bo berjewendiyên xwe bi partiyên siyasî re rayên kurdî bazar dikin.

Serokê platforma komeleyên bajarên bakurê Kurdistanê yên li bajarên Tirkiyeyê ku weke DGD tê nasîn Hekîm Daş, der barê hilbijartinê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û agahiyên balkêş parve kirin. Daş, ragihand ku di demên dawî de hin pêkhateyên ne girêdayî wan li bajarên ku kurd lê zêde ne bi piştgiriya partiyên siyasî dest bi hin xebatên  li dijî wan kirine.

Daş, der barê mijarê de ev agahî parve kirin: “Ji ber xebat û xizmetên me heta niha gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî piştgiriya me kirine. Lê hin partiyên siyasî ku ji xebatên me nerihet in platformeke alternatîf ava kirine. Sedema vê jî ew e ku platforma me berbiçav nebe û nava wê bê pûçkirin. Partiyên pergalê, bi taybetî di ser komeleyên herêmê re hin xebat kirin. Hin pêkhateyên bi navê DGD’ê çêkirin. Mesela ‘Platforma Bilind a Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilatê’ û ‘Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûr Rojhilatê ya Herêma 3’yan’ hene. Berê jî hin komele û pêkhate hatin avakirin, lê ji ber ku bi daxwazên gel re eleqedar nebûn bi demê re winda bûn, çûn.”

Navê wan bi kar tînin

Di berdewama axaftina xwe de Daş, bi lêv kir ku hin pêkhateyên pergalê li dû hesabên cuda ne û ev tişt got: “Navê DGD’ê bi kar tînin û li navçeya Esenyûrtê ku kurd lê zêde ne hin xebatan dikin. Ev pêkhate di warê aboriyê de piştgiriyê ji desthilatê û hin partiyên din digirin. Bi taybetî jî Partiya Deva û Partiya Gelecekê ku ji AKP’ê veqetiyane, ji bo ji xwe re qadekê çêbikin û pêwendiyê bi civakê re deynin, çi li Kurdistanê, çi jî li Stenbolê li dor maseya şeş alî daxilî nava vî gelî dibin. Ev pêkhateyên ku gava derketin holê gotin ew di ser siyasetê re ne, li Ensenyûrtê ketine bin banê hin kes û partiyên siyasî. Gel vê yekê aşkera dibîne. Gava mirov li sponsorên wan mêze dike jî dibîne ku ev kes bi salan li dijî berjewendiyên kurdan hereket kirine û li dû rantê ne.”

Rayên kurdan bazar dikin

Daş, destnîşan kir ku pêkhate û komeleyên ku li ser navê platforma wan tevdigerin, bi AKP û yên weke wê re rayên kurdan bazar dikin û wiha pêde çû: “Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze dike, dibîne ku ne pêkhateyên di ser siyasetê re ne, bereksê wê di warê siyasî de bi hev re ne û dixwazin sekteyê li vê têkoşînê bixwin. Em di vî warî de gel serwext dikin. Ji lew re ji ber ku navê me bi kar tînin gelek hevalên me tev li çalakiyên wan dibin û tew hin komeleyên me jî. Telefonî min dikin, dibêjin ‘Hûn çawa li ser navê Platforma DGD’ê tiştekî wiha dikin.'”

Banga li komeleyê navê wan bi kar tînin

Di dawiya axaftina xwe de Daş, da zanîn ku ew li ser navê partiyên siyasî tu xebat nakin û ev bang li pêkhateyên li ser navê wan tevdigerin kir: “Eger hûn dixwazin meseleya kurdî çareser bikin, divê hûn daxilî nava vê têkoşînê bibin. Gelê me nexapînin.”