3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê leşker Mûstafa Bazna di destê HPG’ê de ye

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê wan de ye û got ku heke malbata wî bixwaze dikare bi rêya kes û rêxistinên sivîl cenazeyê kurê xwe bigire.

Dewleta tirk, êrîşên xwe yên ku di meha nîsanê de bi piştgiriya PDK’ê li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin didomîne. Di rojên dawîn de şerekî dijwar di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên tirk de heye. Ajansa Nûçeyan  a Firatê (ANF) der barê şer de nûçeyek derbas kir û ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê HPG’ê de ye.

Li gorî nûçeya ku ANF’ê daye HPG’ê der barê de mijarê de ev agahî daye: “Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê mijdarê de diyar kiribû ku di 3’yê mijdarê saet di 12.20’an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê ku nêzî navçeya Amêdiyê ya başûrê Kurdistanê ye, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiribû. Agahiyên cenazeyê leşkerê di destê me de wiha ne; navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dayik û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14’ê gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye û hejmara nasnameya wî 13082287382 ye. Me dît ku mirina vî leşkerî ji raya giştî û ji gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin.”

Kuştina leşkeran vedişêrin

HPG’ê, destnîşan kiriye ku AKP û MHP ji bo li ser desthilatê bimînin bi fermana Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar leşkerên tirk dişînin ser qadên wan û  ev agahî dan: “Mirina leşkeran bi xema wan nîne. Di nava 8 mehan de li Zapê nêzî 2 hezar û 500 leşkerên tirk hatine kuştin lê kuştina leşkeran ji raya giştî û gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin. Heke malbata Bazna daxwaz bike, em dikarin bi rêya kesayetên sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê Bazna teslîmî malbata wî bikin.”