17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xuşka Xameneyî xwe ji wî û rejîma wî bêrî kir

Xuşka Elî Xameneyî, Bedrî Huseynî Xameneyî bi nameyekê xwe ji birayê xwe Elî Xameneyî û desthilata wî bêrî kir

Xuşka Elî Xameneyî, Bedrî Huseynî Xameneyî bi nameyekê xwe ji birayê xwe Elî Xameneyî û desthilata wî bêrî kir. Name li ser malpera dijîtal ji alî kurê wê murad Xanî Tehranî ve hate belavkirin. Nameya Bedrî Huseynî Xameneyî bi zimanê farisî û Ingilîzî hate weşandin û tê de wiha gotiye: “ Di van 4 sedemên borî de gelek dayikan zarokên xwe winda kirin, lewre ez dixwazim li kêleka wan bisekinim û ji bo wê jî ez xwe ji birayê xwe bêrî dikim. Ez dilsoziya xwe ji bo hemû dayikên xemgîn pêşkêş dikim ji bo hemû kiyarên zordariyê ku ji dema desthilata cemhuriya îslamî û heta bi serdema Xumeynî hatine kirin.”

Xuşka Xameneyî di berdewama nameya xwe de wiha dibêje: “ Wekî hemû dayikên Îranê yên ku niha şîna zarokên xwe digirin, ez jî şîna keça xwe digirim ku ew bi darê zorê binçavkirin û girtin. Wiha xuyaye ku ew vê zordestiyê bi hezarên caran li hemberî keç û xortên me yên bindest bikar tînin.”

Hêjayî gotinê ye ku beriya zêdeyî heftiyekê keça xuşka Xameneyî Ferîde Murad Xanî Tehranî ji alî hêzên ewlekariyê ve hatibû binçavkirin ji ber dîmenek belav kiribû û bang li raya giştî ya navdewletî kiribû ku têkliyên xwe bi rejîma Îranê re bibirin.

Xameneyî di dawiya nameya xwe de wiha gotiye: “ Rejîma Xumeynî ya Îslamî û Elî Xameneyî ji bilî êş û derd û cefayan tiştek ji gelê Îranê re nekiriye, herdem gel çewisandiyê û bêdeng kiriye. Ez hêvî dikim ku gel bi ser bikeve û vê rejîma zordest ya Îranê têk bibe.”