28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elî Xameneyî: “Divê pergala çandê were guhertin”

Lîderê olî yê Îranê Elîş Xameneyî da xuyakirin ku divê di pergala çandê ya Îranê de hin guhertin werin kirin. Xameneyî di civîna bi Konseya Çandê ya girêdayî dewletê re daxwaza guhertinan di pergala çandê de kiriye û wiha gotiye: “Divê di bingeha çandê de şoreş pêk were û divê Konseya Çandê kêmasî û lewaziyê ku di warên cuda ên çandê de hene di ber çavan re derbas bike.”

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyaniya Xameneyî piştî çend rojan ji biryara girtina saziya ‘Polîsên Exlaqê’ hatiye kirin.  Çawa ku biyara hilanîna Polîsên Exlaqê ji alî raya giştî ya Îranê ve wekî hewldaneke ji bo rawestandina serhildana gel binav kir, tê texmîn kirin ev gav jî bi heman şêweyî were nirxandin. Wiha xuya dike ku daxwazên gelê Îranê ên azadî û guhertina sîstemê bi gavên wiha biçûk nayên çarserkirin.

Ji aliyekî din ve li ser bangewaziyên grevên berfireh ên rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, îro jî dikandaran li dehan bajarên Îranê deriyên dikanên xwe venekirin û xwendekar û karker jî tev li vê bangê bûn û dest bi grevê kirin.

Li bajarê Mehabadê merasîma çilrojiya çend kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dabûn pêk hat.  Di vê merasîmê de Ismaîl Mewlewî, Kubra Şêxê Seqa, Mesûd Ehmed Zade, Zanyar Ebû Bekrî, Fereşte Ehmedî û Şaho Xidirî di çilrojiya xwe de hatin bibîranîn.

Li hin bajarên din jî merasîmên bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dabûn hebûn û gelek ji wan merasîman veguherîbûn meş û serhildanan.  Di meşê de dirûşmeyên wekî “ Îsal sala xwînê ye û dê Xameneyî têk biçe, her yek were kuştin wê hezar kes şûna wî bigirin.”