6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komele û saziyên kurdî: Dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye

Komele û saziyên kurdî, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî astengkirina axaftina bi kurdî ya parlamentgerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier dan û gotin ku dem dema bilindkirina têkoşîna çand û zimanê kurdî ye.

Li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê, duh êvarê di hevdîtinên li ser budçeya sala 2023’yan de li ser zimanê kurdî nîqaşên tund hatin kirin. Dema ku parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier xwest axaftina xwe bi kurdî bike û Serokwekîlê Meclîsê yê CHP’ê Haydar Akar mîqrefonê li Taşçier girt û destûr neda ku kurdî axaftina xwe bike. Li ser vê di navbera Akar û Taşçier de nîqaş derketin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî li ser navê partiya xwe bi awayekî tund bertek nîşanî Akar da û xwest ku parlamenterê wan Taşçier axatina xwe bi kurdî temam bike. Tevî van hemû hewldanan jî destûr nehat dayîn ku Taşçier axaftina bi kurdî temam bike. Bi vî awayî careke din zihniyeta înkarê ya li dijî kurdî xwe li meclisa Tirkiyeyê da der.

Komele û saziyên kurdî ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe bi kurdî bi rê ve dibin û xizmeta kurdî dikin, bi daxuyaniyeke hevpar li dijî qedexe û astengiya li ser zimanê kurdî derketin û nêzikbûna zimanê kurdî ya meclisa Tirkiyeyê şermezar kirin. Saziyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku desthilatên faşîst dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan ji holê rakin .

Zimanê kurdî cihaneke

Daxuyaniya komele û saziyan bi giştî wiha ye:

“Her ziman cîhanek e. Hewldana jiholêrakirina zimanekî hewldana jiholêrakirina cîhanekê ye, ku ev sûcekî herî rûreş û bêbext ê li dijî mirovahiyê ye.

Zimanê kurdî jî bi serê xwe cîhanek e. Zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê kurdî ligel hemû pêkanînên cur bi cur ên pişaftin, qedexekirin û êrişên piralî yên bi hezaran sal e, bi taybetî yên sed sal e heta îro hatiye. Îro jî, li her çar milên Kurdistan û cîhanê li ber xwe dide û tê bikaranîn.

Dixwazin kurdî ji holê rakin

Serdest û desthilatdarên faşîst ên bi salan e bi rê û rêbazên cuda yên hovane dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan bibişivînin, qedexe bikin, tecrîd bikin û ji holê rakin. Bêguman vê yekê herî zêde li ser zimanê kurdî pêk tînin. Ji ber ku serdest û desthilatdar baş dizanin ku zimanê kurdî nirxê bingehîn ê kurdan e û jiholêrakirina kurdî qonaxeke gelek girîng a jiholêrakirina neteweya kurd e. Lê dikin nakin nikarin bi ser bikevin.

Ziman nasnameya kurdan e

Herî dawiyê parlamenterekî kurd dema ku di parlementoyê de bi kurdî diaxivî axaftina wî hate birîn û pêşî li axaftina wî ya kurdî hat girtin. Ev nêzîkatiya faşizan dixwaze her kes bibe tirk û bi tirkî biaxive, bi tirkî bijî.

Lê divê baş bê zanîn ku çand, ziman û nirxên me yên neteweyî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya me kurdan e, nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Em ê tu car dest ji wan bernedin. Em ê li dijî her cureyê eriş, pişaftin û qirkirinên li ser wan bisekinin, li her qadê, heta dawiyê ji bo parastin, pêşxistin, serbestî û azadiya wan têbikoşin.

Dema tekoşîna zimanê kurdî ye

Bi vê boneyê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî şermezar û nelet dikin. Û wek her car bang û gazî li hemû kurdan û kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in dikin ku li dijî kurdkujî, çandkujî û kurdîkujiyê di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin û têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî li her qadê bilindtir û firehtir bikin; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bi giyanê seferberiyê bixebitin, her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.

Dem dema bilindkirina têkoşîna çanda kurdî, zimanê kurdî û nirxên nirxên kurdewar e.”

Komele û saziyên îmze dane

Komele û saziyên kurdî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne;

– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

– Kovara Destar

– Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

– Enstîtuya Kurdî ya Amedê

– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

– Komeleya Wêjekarên Kurd

– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

– Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

– Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

– Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

– Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

– Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

– Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê