3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana malbata Şenyaşar heqîqet ronî kir

Nizamettîn Ozturk

Odeya Bijîşkan a Stenbolê her sal di 23’yê gulanê de li ser navê bijîşka diranan Sevînç Ozguner “Xelata Mafên Mirovan a aştî û demokrasiyê” dide. Ev xelatdayîn; bi xebatên komîsyonê tê amadekirin. Piştî encamên xebatê, şexs û sazi‐ yên ku hêjayî xelatê tên dîtin, tên tespîtkirin û xelat pêşkêşî wan tê kirin. Bi kurtî çîroka xelatê wiha ye: Di 23’yê gulana 1980’yî de, hêzên faşîst ên sivîl êrîşî mala bijîşka diranan Sevînç Ozgunerê kiribûn. Di malê de gule reşandibûn. Di êrîşa çekdarî de Sevinç Ozguner hatibû qetilkirin. Di vê êrîşê de hevserê wê jî birîndar kiribûn. Sevinç Ozguner di heman demê de, jina yekemîn a di nava Lijneya Odeya Bijîşkan a Stenbolê de cihê xwe girtibû. Ji ber vê yekê Odeyê ev roja ne‐ bixêr, li ser navê Sevinç Ozgunerê kir roja bîranîna wê û roja xelatdayinê. Odeya bijîşkan, cara yekemîn di sala 1986’an de xelat da. Taybetiya xelatê, eger di nava salê de li gorî pîvan û armancê guncav bê dîtin, xelat tê pêşkêşkirin. Lewma di nav gelek şexs û saziyan de kî di hêla parastina mafên mirovan de xebatên girîng bimeşîne û ji bo aştî û demokrasiyê bedelên mezin bide, ew kes hêjayî xelatê tê dîtin û hilbijartin. Îsal jî ev xelat, ji mal‐ bata Şenyaşar û Berxwedêrên Zanîngeha Boxazîçiyê re şayan dîtin. Xela‐ tên wan şexsên nirxdar, di salona Odeya Bijîşkan a Stenbolê bi merasimekê hat dayîn. Beşdariya merasima xelatê gelek zêde bû.

Bi vê mebestê, em jî beşdarî vê merasima xelatdayînê bûn. Ji bo xelatgirtinê berxwedêrên Zanîngeha Boxazîçiyê bi hejmareke zêde li salonê amade bûn. Em wan berxwedêrên hêja gelek caran di çapemeniyê de dibînin. Bûyerên li ser wan tên qewimandin hê jî didome. Çalakiya wan ji aliyê civakê ve eleqeyek mezin dît. Nûnerên saziyên demokrat, rêxistinên civakên sivîl û kesên navdar, wekîlên partiyên siyasî tev li merasimê bûn. Di vê merasima xelatdayinê de pi‐ raniya kesan, malbata Şenyaşar mereq dikirin. Ji bo min jî gelek girîng bû.

Lewra, min cara yekem malbata Şenyaşar, ango dayika Emîne û kurê wê Ferît li vê derê, rû bi rû dît. Em zanin ku rûyên dayikên me di nav jiyana xwe de hertim wekî laçik û çarikên serê xwe spî, pîr û pakin. Di kurahiya dilê dayikên me yên rûmet de; êş, elem, keser tu car kêm nebûye. Dîsa jî li ser rûyên wan ên pak tesîr nake. Dayika me ya birûmet, da‐ yika Emîne jî dayikek wisa ye. Wê jî êş, elem, kul û keserên xwe di nava dilê xwe de girtiye. Kurê dayika Emîne, Ferît jî xwedî helwesteke baş e. Êş elem, keser û aciziya xwe qet nîşan nade. A din jî li dijî gefan serê xwe natewîne. Bi îradeyeke xurt li hemberî civakê sekneke xwe heye. Me çend deqîqeyan li ser piyan, hal û rewşa wan pirsî. Ji bo çalakiya wan a pîroz me qala piştgiriya gelê kurd û tevahî civakê kir. Jixwe li vir jî eleqeyeke mezin dîtin. Di xelatgirtinê de hemû kesên li salonê dixwestin bi malbatê re wêneyan bikşînin.

Em qala bûyera xwîndar û qala êrîşkaran nakin. Lewra her tişt li ber çavên raya giştî qewîmîne. Lê çalekiya malbata Şenyaşar ji bo “dadê” nêzî sal û nîveke didome. Bi saya wê çalekiyê mazlûmtiya vê malbatê bi vekirî derket holê. Li dijî neheqî, bêdadî û bêhiquqiyê piştgiriya civakê gav bi gav ji bo malbatê mezin dibe. A herî balkêş di serî de kesên der heqê malbatê de bi zimanên tundî û neyînî axivîn; piştî rastî dîtin, li axiftinên xwe poşman bûn û ji malbatê lêborîn xwestin… Ev mijareke gelek girîng e. Em dikarin bibêjin dîsa bi saya vê çalekiyê, bandora raya giştî jî li ser desthilatê zede bû û kesên di nav bûyerê de cih girtibûn ji wan çend kes hatin girtin. Li gorî daxuyaniya malbatê dîsa gef li wan tê xwarin. Malbat hê jî di bin xe‐ terî û gefan de dijî. Lê dê gel tu carî wan bi tenê nehêle.