18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê: di mehekê de 11 rojnamevan hatine binçavkirin

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firate (DFG), rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha gulanê bi parve kir. DFG’ê di raporê de destnîşan kir ku dijî rojnameger û saziyên rojnamegeriyê binpêkirina mafan bê navber didomin û desthilat dixwaze hejmara rojnamegerên alîgir  zêde bike.

DFG’ê, destnîşan kir ku dawiya mehê de rojnameger hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin û wiha cih da raporê: “Li Stenbolê 6 rojnamegerên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnameger jî bi gef û tundiya giran a polîsan re rû bi rû man. Polîsên li dijî rojnamegeran van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin.”

DFG’ê di raporê de da zanîn ku di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçav kirin û ev agahî parve kir: “Tûndî û kirinên xerab li 11 rojnamevan hat kirin, gef li 10 rojnamevan hat xwarin, 11 rojnameger dema şopandina nûçeyê hatine astengkirin. Mafê rojnamegerekî di girtîgehe de hatiye binpêkirin. Derheqe 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derheqe 5 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.  2 sal 4 meh û 14 roj ceza girtîgehê û 24.100 TL cezayê pere li 4 rojnamevanan hatiye birîn. 42 rojnamevan 32 dosyayan de hatine darizandin, 60 rojnamevan di girtîgehe de ne. Rojnamegerek ji kar hatiye derxistin,  RTÛK’e li 4 weşanan ceza biriye, 8 malper hatin girtin. 14 nûçe hatine astengkirin. 3 naverokên medyaya civakî hatine astengkirin.”