7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike

Berxwedana Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 12 roj in bê navber dewam dike. Dorpêça leşkerên Iraqê ya li wargehê jî hêj didome.

Ji 20’ê gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 12 roj in bi şev û roj di nava berxwedanê de ne, 12 roj in leşkerên Iraqê bi israr in û her roj hewl didin ku derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê wargehê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girti û heya niha jî ev berxwedana wan dewam dike.

Ji aliyekî din ve KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên dorpêçkirinê yên li ser Mexmûrê dewam dikin, divê li her cihê ku nûnertiyên Iraqê lêne, çalakî werin lidarxistin û her kes ji bo Mexmûrê seferber bibe.

KCD-E’yê jî ji bo Mexmûrê banga xwedîlêrderketinê bi daxuyaniyeke nivîskî da.

Banga KCD-E’yê ya xwedîderketina li Mexmûrê

KCDK-E’yê têkildarî dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem CûdÎ ( Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da. KCDK-E’yê diyar kir ku xelkê Mexmûrê tim li dijî êrîşên qirker bûye û canê xwe kiriye mertal 11 roj in ku bêyî sekin li ber xwe dide. KCDK-E’yê anî ziman ku li Mexmûrê xelk, jin, ciwan û pîr li ser piyan in û banga çalakiyan kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hatin diyarkirin

“Xendekên artêşa Iraqê ya paşverû kolane, xelk bi destên xwe dadigire, ji bo astengkirina dorpêçê canê xwe dike mertal û li ber xwe dide.

Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî êrîşên Wargeha Mexmûrê nabe ku mirov qebûl bike. Wargeha Mexmûrê, wargeheke sivîl e û di bin venihêrîna NY’yê de ye û lewma divê NY demildest dest di vê rewş wer bide.

KCDK-E’yê, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir

“Em berxwedana rûmetyar a xelkê Mexmûrê ya li dijî qirkirinê silav dikin, me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku li xelkê Mexmûrê bibin xwedî. Me bang ew e ku li her cihê em lê ne berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin û bila her kes dewleta tirk û PDK’ya hevkar û rejîma Iraqê teşhîr bike.”