3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr Parlemento û rêvebiriyeke nerewa li ser kar e

Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê rojevek pir girîng heye lê hema bêje nîvê xelkê Başûr hay ji vê mijarê tune û ne di ferqa cidiyeta wê de ye. Ew rojev jî nerewatî û bi temamî fesihbûna Parlementoya Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî qanûnê her 4 salan hilbijartinên Parlemento tên kirin. Di rewşa asayî de 6’ê mijdara 2022’yan li gorî hiqûqê dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî dibû. Li ser vê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 24’ê sibata 2022’yan bi biryarekê ragihand ku roja hilbijartinê 1’ê cotmeha 2022’yan pêk bê. Lê tiştekî balkêş derket holê, Parlementoyê 9’ê cotmeha 2022’yan bixwe temenê xwe heta 31’ê kanûna 2023’yan dirêj kir. Bi vê yekê re ne tenê temenê parlementoyê di heman demê de dema erka Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku PDK’î ne, jî hate dirêjkirin. Ev jî tê wateya ku bê vîna gel li ser kar in, rewatiya xwe ya hiqûqî ji dest winda kirine û derveyî hiqûqê li ser erkê ne, wezîfeya heyî xesp kirine.

Berî niha jî Dema Çaran a Parlementoyê sala 2013’yan hatibû hilbijartin, temenê xwe heta 2018’an dirêj kiribû. Ev dibe cara duyem ku parlemento temenê xwe dirêj dike.

Li ser vê yekê ji roja ku temenê parlementoyê hate dirêjkirin heta niha aloziya di navbera Bexda û Herêma Federal a Kurdistanê de kêm nebûye.

Herî dawî duh Dadgeha Federal a Iraqê li ser dirêjkirina temenê Parlementoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û biryar da ku dirêjkirina temenê Parlementoya Herêma Kurdistanê ne hiqûqî ye.

Nexwe biryara Dadgeha Federal a Iraqê tê çi wateyê? Bi kinahî ku zelal bê famkirin ev e; piştî temambûna dema yasayî ya parlementoyê, çi biryar bê dayîn, ji aliyê hiqûqî ve weke biryareke vala û pûç tê hesibandin.

Li gorî qanûnên federal û Destûra Bingehîn a Iraqê dema hilbijartinê 4 sal in, her dema ku ji vê yekê zêdetir bê hilbijartin bê kirin, dirêjkirina wezîfeyê ne rewa ye û betal e.

Ev jî wê nîşan dide ku piştî dirêjkirina temenê parlementoyê ev biryarên jêr hatine girtin ne rewa ne, tu hikumeke wan nîn e.

  • Yasaya hejmara 13’an a sala 2022’yan yasaya perwerde û fêrkirinê ya li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 14 a sala 2022’an yasaya rêxistina nêzîkatiya li gel lawir xwemalî û gerok
  • Yasaya hejmara 15’an a sala 2022’yan yasaya bicihkirin û sererastkirina yasaya îmzeyên elektironîk û danûstandina elektronîk a hejmara 78’an a sala 2012’an a li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 16’an a sala 2022’yan sererastkirina yasaya bicihanîna hiqûqa birêveberina ewqaf a Iraqê ya hejmra 64’an a sala 1966’an ku hatiye guherîn li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 1’an a sala 2022’yan zagona hejmara 14’an a sala 2008’an a sererastkirina yekem a yasaya meclîsa Herêma Kurdistan-Iraq
  • Biryara hejmara 10 a li ser aktîvkirina komîsyona hilbijartin û anketên li herêma Kurdistanê.

Li aliyê din a ji hemûyê cidîtir û bê ziman di çarçoveya hiqûqa Iraqê de tiurewabûna parlementoya herêmê nîn e. Niha di halê hazir de li gorî qanûnên Iraqê Parlementoyeke Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê nîn e, tu nêzîkatî li gel nayê kirin. Ango di warê parlementoyê de tu hikmekî li gel Iraqê nîn e. Bi biryareke ya Parlementoya Herêma Kurdistanê li Iraqê nayê qebûlkirin û li ber çav jî nayê girtin.

Bi navê Parlementoya Herêma Kurdistanê tu dozek di halê hazir de li Iraqê nikare bê girtin dest û bê birêvebirin. Ev yek wê nîşan dide ku yek ji merciyên herî bilind a Herêma Kurdistanê li Iraqê rewabûna xwe ji dest winda kiriye, nikare li ser vê merciyê tu daxwazeke xelkê herêmê ji Iraqê bike.

Iraq bi vê yekê vekirî û aşkera dide nîşandan ku Parlementoya Herêmê û Hikumeta Herêmê nas nake. Ji bo wê di warê qanûnî de nikare tu karekî bike. Eger bike jî ne rewa û derqanûnî ye.

Di rewşa niha de, divê ev yek baştir bê famkirin ku krîzên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistan û Iraqê rewşa wê aloztir dike û her diçe di kiryarên nerewa de zêdegaviyê zêdetir dike. Ev yek jî hem di warê navxweyî û hem jî di civata navneteweyî de dibe sedem ku cidî neyê girtin û nêzîkatiyên hiqûqî û qanûnî pê re bên kirin. Ev yek wê hem bandorê li ser civakê bike hem jî li ser nêzîkatiyên siyasî û aborî yên li herêmê bike. Jixwe nimûneya vê ye herî berbiçav, firotina petrolê ya ne ewa ye. Herêma Kurdistanê petrol difirot Tirkiyeyê û ev krîz hê jî dewam dike.

Ji bo vê yekê ye ku divê kesên şareza û hiqûqnas vê rastiya ji bo civaka Başûr û Iraqê baş ragihîne, li ser ked û berjewendiyên neteweyî hinek alî xwe didin jiyandin û li ser keda civakê emrê xwe dirêj dikin.