7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Mexmûrê: Em zilmê qebûl nakin

Welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji duh ve li ber wesayîtên zirxî û artêşa Iraqê kon danîne û li ber xwe didin, diyar dikin ku wan tu demê zilm qebûl nekiriye, ji niha şûnde jî qebûl nakin û ew ê li ber xwe bidin.

Duh di saetên ber destê sibehê de Artêşa Iraqê bi hêzeke mezin a ji maşîneyên zirxî pêk dihat Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kir û hewl da ku derdora wargehê bi têlan bigire û noqteyên kontrolê deyne. Niştecihên wargehê li dijî vê hewldana Iraqê derketin û destûr nedan ku wargeh bi têlan bê dorpêçkirin. Li ser bertekên ku hatin nîşandan û berxwedana ku derket holê artêşa Iraqê neçar ma ku xwe vekişîne. Lê îro dîsa di saetên serê sibehê de artêşa Iraqê wargeh dorpêç kir.

Niştecihên wargehê jî careke din dest bi çalakiyan kirin û ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn û gotin ku ew zilmê qebûl nakin û wê li ber xwe bidin. Welatiyê bi navê Sadiq Evdal, bertek nîşanî dorpêça li ser wargehê da û ev tişt got: “Her demê xwesteka me azadî û biratî ye. Ji vê zêdetir tişteke din ji tu kesan naxwazin. Em ji derveyî rêya azadî û aştiyê tişteke din naxwazin.”

‘Em zilmê qebûl nakin’

Evdal, pirsa der barê danîna kuleyan wiha bersivand: “Eger me kule û danîna têlan qebûl bikira, me evqas war nediguherandin. Ji ber ku me ew yek qebûl nedikir me ji deverên din bar kir ü li vir bicihbûn. Em zilmê qebûl nakin. Di dîrokê de qet me zilm qebûl nekiriye, ji niha şûnde jî em qebûl nakin.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Dayika bi navê Meryem Cindî jî ku li konê nobedê ye helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: “Em qebûl nakin ku dora me bê girtin, em ê li ber xwe bidin. Heta em sax bin û xwîn di canê me de hebe, em rê nadin ku ew bi ti awayî bikevin nava wargehê. Em ê li ber xwe bidin.”