6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên Rojhilat li hev kirin!

Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Îranê Muhammed Pakpurî, ragihand ku wan û Hikûmeta Iraqê ji bo tasfiyekirina hêzên Rojhilat ên li Başûr li hev kirine û ji bo şerê li dijî van hêzan wê çekan li welatiyên Iraqê belav bikin.

Hewldanên Îranê yên ji bo tasfiyekirina partiyên Rojhilat ên li başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Îranê Muhammed Pakpurî, der barê mijarê de daxuyaniyek balkêş da Ajansa Tasnîmê. Pakpurî, diyar kir ku wan bi Hikûmeta Iraqê re li hev kiriye. Pakpurî, da zanîn ku wan ji bo ku çekan li hemwelatiyên Iraqê belav bikin û hêzên kurd ên li dijî rejîma Îranê tesfiye bikin li hev kirine.

Pakpurî,  got ku hêviya wan ew e ku hikûmeta Iraqê peywira dikeve ser milê wê pêk bîne û ev tişt anîn ziman: “Heke ev peyman neyê cîbicîkirin, dê êrişên hêzên Muhafizên Şoreşê yên Îranê yên li dijî navend û baregehên van hêzan bidomin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2022’an Îranê bi hinceta serhildana “Jin Jiyan Azadî” li başûrê Kurdistanê li dijî baregehên partiyên Rojhilat gelek êrîşên hewayî pêk anîn.