spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê çandina titûnê dest pê kir

Li Semsûrê, cotkarên mexdûrên erdhejê dest bi çandina tûtinê kir. Cotkar û karkeran, bal kişandin ser krîza aborî û astengiyên li ber tûtinê û gotin ku hatine wê astê ku êdî nikarin debara xwe bikin.

Semsûr ku bandoreke mezin ji erdheja 6’ê sibata ya Mereşê girt, tevî ku di ser erdhejê re 3 meh derbas bûne jî bandora erdhejê didome. Li bajar welatî hewl didin ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin û ji bo vê yekê jî dest bi kar, xebat û çandiniye kirine. Li Semsûrê ku piraniya welatiyên debara xwe bi tûtinê dikin, bi hatina biharê re tovên tûtinê hatin reşandin. Lê ji ber bihabûnê û qedexeyên li ser tûtinê cotkarên tûtinê jî zor û zehmetiyê dikişînin.

Em têkildarî mijarê li gundên Semsûrê bi cotkrên titûnê re axivîn. Hem xwediyên zeviyan hem jî karkerên bi rojane dixebitin, diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî nikarin debara xwe bikin.

‘Em nikarin debara xwe bikin’

Li gundê Kolikrêş ê Semsûrê welatiya bi navê Medîne Kuçukkoca ku rojane bi heqdesta xwe li nav zeviyên tûtinê dixebitê, bi lêv kir ku ew debara xwe bi çandiniya tutine dike û ev tişt gotin: “Erdê min tune ye, ji ber vê ez bi rojane li zeviyên xelkê dixebitim. Hevjînê min nexweş e, debara me jî li ser tûtinê ye. Mazot pir biha bûye. Êdî em nikarin bi tûtinê jî debara xwe bikin. Ma em ê çawa bi yewmiyeyan debara xwe bikin? Xaniyê me jî di erdhejê de xesar dît, ji ber vê em jî di konan de ne. Min bi yewmiyeya tûtinê 4 zarok xwedî kirin, lê niha ji ber bihabûnê em bi zorê debara xwe dikin.”

Kuçukkoca, bal kişand ser bihabûn û krîza aboriyê jî û ev bertek nîşan da: “Em diçin dikanê em nikarin tiştekî bikirin. Ji aliyekî ve kirê, av û ceyran ji aliyê din ve jî bihabûn. Ji ber vê jî êdî em nikarin debara xwe bikin. Sedema bihabûnê jî serokkomar e. Divê mazot hinekî erzan bibe û cotkar ew qas mexdûr nebin. Her roj zem heye.”

‘Bila titûn serbest bibe’

Li gundê Axdîkanê Ercan Korûca ku em li nav zeviya wî pê re axivîn, anî ziman ku ew ji zûde ye vî karî dikin û wiha got: “Gubrê û mazot pir biha bûye. Di çandiniyê de em gelek mesrefê li tûtinê dikin, lê tiştek bi dest me nakeve. Ji ber vê jî em tûtinê difroşin şîrketan. Berê milet tûtin difrot, ji xwe re erebe an jî mator dikirîn. Lê niha ne weke berê ye, em bi zorê debara xwe dikin. Daxwaza me ew e ku tûtin serbest bibe. Heke tûtin serbest bibe em ê nefiroşin şîrketan û em ê karibin debara xwe bikin.”

Heqê wan bi destê wan nakeve

Welatiya bi navê Tekbîr Tanriverdî jî ku em li gundê Pişnîgê pê re axivîn, diyar kir ku ew bi rojane li nav zeviyên tûtinê dixebite û ev tişt anî ziman: “Xwediyên erdan heqê karkerên tûtinê kêm didin. Zêdetirî 30 sal in, em bi karê tûtinê debara xwe dikin. Em serê sibê tên heta evarê tovên tûtinê direşînin erdê lê heqê me nadin. Her tişt biha bûye. Êdî debara me jî bi tûtinê nabe. Daxwaza me ew e ku bila tu kes heqê karkeran nexwe, bi zikê birçî tên dixebitin, bila heqê xwe bigrin.”