17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. O’Hearn: Tecrîd ne çareserî ye û girêdayînê xurttir dike

Prof. Denis O’Hearn, diyar kir ku bi qutkirina peywendiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi dinyayê re dê çareseriyek pêş nekeve û ev tişt got: “Ocalan, li Ewropayê kesayetekî populer e. Fikrên wî ji bo civakan talûke nînin. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan li bajarên Ewropayê û gelek deverên din ên cîhanê çalakî li dar xistin û xebatên wan didomin.

Herî dawî komeke ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 kesên ji 3 welatên cuda pêk dihat, di 11’ê gulanê de hate Stenbolê. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel û Wezîrê Edalet û Karên Hundir ê Îzlandayê Ogmundur Jonasson di komê de cih girtin. Şande, demekî kin beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê hate Stenbolê û bi Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Dayikên Şemiyê re hevdîtin kirin.

Azadiya Ocalan

Di serdanan de rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 2 sal in tu agahî jê nayên girtin, pirsgirêka kurd û binpêkirina mafê jiyanê ya li Tirkiyeyê hatin nirxandin. Şandeyê piştî ku serdanên xwe temam kir, di 16’ê gulanê beriya 4’emîn Lûtkeya Konseya Ewropayê (KE) ku di 16’ê gulanê de dest pê kir û 2 rojan dom kir de encamên van serdanên xwe bi raya giştî re parve kir. Şandeyê da zanîn ku ji bo li Tirkiyeyê guherînek çêbibe divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be. Yek ji endamên şandeyê Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn têkildarî têkoşîna kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

O’Hearn, bal kişand ser girîngiya ziman û çandê û qala xebatên xwe yên di vê mijarê de li Îrlanda û Amerîkaya Başûr kiribûn kir. O’Hearn, wiha got: “Hêzên emperyalîst li her derê û di her mercan de amûra zextê dixin meriyetê. Bi vî awayî hegemonyaya xwe ava dikin û diparêzin. Ji ber ku ziman û çandên herêmî ji bo xwe weke gefekê dibînin. Lewma ya girîng ew e ku mirov xwedî li zimanê xwe derkevin û ji ber ziman ji hevdu dûr nekevin. Divê rêzê bo hev bigirin û derfetê bidin ku ziman bijî.”

Vejîna zimanê dayikê

Bi domdarî O’Hearn li Îrlandayê pêşketina zimanê herêmî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Zimanê îrlandayî bi salan di bin zexta hikûmetên Ingilistanê de bû. Di esasê xwe de ev ziman li girtîgehan vejiya. Girtî, di navbera salên 1970 û 1990’an de bi zimanê xwe diaxiviyan. Sedema vê jî polîtîk bû. Sedema din jî ew bû ku xwestin xwe biparêzin û peywendiyan deynin. Weke mînak; di xebatên xwe de min dît ku hinek kesên ji ber endamtiya Artêşa Azadiyê ya Îrlandayê hatibûn girtin, xwendin û nivîsandina bi ingliîzî jî nedizanîn.  Lê bi saya zimanên îrlandayî li girtîgehê hînî xwendin û nivîsandinê bûbûn. Piştre jî ingilîziya xwe pêş xistin. Piştî ji girtîgehê derketin jî zimanê xwe domandin. Dibistan û dikanê bi zimanê dayikê vekirin. Bi vê yekê kirin ku zimanê wan belav bibe. Zimanê îrlandayî di navbera kal û tevgerên ciwanan de zindî bû. Parastin û pêşxistina ziman li ser mirovan dimîne. Di vê navberê de ziman ji pêvajoyên aştiyê zêdetir, di pêvajoyên şer û zehmet de pêş dikeve. Zimanê wê demê pêşketî di pêvajoya aştiyê de bêhtir belav dibe.”

Sererastkirinên qanûnî şert in

Di berdewamê de O’Hearn destnîşan kir ku bûye şahid ku gelek kom û komên etnîkî di mijara zimanê dayikê de rastî heman zext û gefan tên û ev tişt anî ziman: “Divê tirk, zimanên gelên din bo xwe weke gef nebînin û derxistina wan zimanan a ji vê kategoriyê pir girîng e. Ev rewşa em qala wê dikin, di nava van civakan de êdî sazûman bûye. Ev yek di pergala nîjadperest a perwerdeyê de, bi qanûnan êdî hatiye mayîndekirin. Gava ewil a ji bo bidawîkirina vê nîjadperestiyê, sererastkirinên qanûnî ye. Heta ku bi sererastkirinên qanûnî neyê rakirin, pêşketin pir zehmet e.”

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî O,’Hearn jî ev tişt got: “Asta tecrîd3e, rista Abdullah Ocalan jî radixe ber çavan. Ev yek weke gefekê nasekine, nayê vê wateyê. Jixwe Ocalan li Ewropa û DYA’yê kesekî pir popûler e. Bi taybet jî hinek fikrên wî pir bi xweşiya min diçin. Weke mînak; parastina cewherî, fikrên wî yên têkildarî rêxistinên herêmî pir bi xweşiya min diçin. Û li seranserî cîhanê eleqeyeke mezin bo van fikran heye. Em dikarin bibêjin ku pir baş vegotiye. Modêla ‘Xwerêvebirinê’ li dijî takekesiyê, têgeheke civakî ye. Û ev yek jî ji bo kapîtalîzmê gefeke pir mezin e. Ev fikr ji bo civakan gef nîne. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’”

Tecrîd girêdayîna heyî xurttir dike

O’Hearn, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî tecrîdê jî Tirkiyeyê nekarî xwe bigihîne armanca xwe. Jixwe ev yek mimkin jî nîne. Peywendiyên Ocalan ên bi dinyaya derve bi temamî qut kirine lê ev yek dê bi xwe re çareseriyekê neyîne. Li DYA û Îrlandayê jî ez rastî heman mînakan hatim. Girtî, di nava her şert û mercan de bi awayekî rêyekê dibînin û peyamên xwe digihînin derve. Ev polîtîkaye bi xwe re bandoreke berevajî wê diafirînin. Dike ku peywendiya di navbera girtiyan de pir xurttir bibe. Ji bo fikrên Ocalan li DYA û Ewropayê belav bibin, berpirsyartî dikeve ser milê min jî. Ez jî hewl didim vê berpirsyartiyê pêk bînim. Divê em bi her kesî bidin zanîn bê ka navê Ocalan çi ye û kî ye. Tişta ewil a ku divê em li Ewropa û DYA’yê bikin ev e; divê li dijî Tirkiyeyê em zextê bidin avakirin. Tişta bingehîn a ku divê em bibêjin ev e; bihêlin bila biaxive. Tişta ku em jê re dibêjin guherîna civakî, ji van fikran diafire.”