5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Redkirin jî ceng e

Redkirin helwesta hebûnê ya bingehîn e; lew heta tu red nekî, tercîh jî nakî û heta tercîh nekî nikarî bibî xwedî nasname, qible, xwebûn û hebûnê. Îja hin demên dîrokî welê girîng in ku heta mirov kum û kolozên xwe daneyne ber xwe û nefikire, nikare ji wê şîpikê derbas bibe. Helbet ez naxwazim dûr û dirêj behsa rewşa heyî û girîngiya hilbijartinê bikim, lew her kes dizane ku çi çî ye çawa ye û bo çi ye, çi; sedema çi û encama çi ye. Loma jî tenê ev hevok tên ber pênûsa min; em ê çi tercîh bikin û çi jî red bikin?

Em dixwazin ku çi here û çi bimîne, çi bi dawî bibe û çi, ji nû ve dest pê bike? Yanî ev cenga tercîh û redkirinê, di bingehê de di navbeyna me û me bi xwe de ye; em xwe bi xwe ne di vê tercîh û redê de. Lew nasnameyên polîtîk çiqas ên mirov bin jî, piştî demekê wek tiştên derveyî ne, loma jî di demên wiha de mirov rût û tazî ye, di navbeyna tarî û ronahî, pakî û kirêtiyê de sekinandî ye.

Ji ber vê yekê jî mesele bi awayekî pirzelal li pêşberî mirov sekinandî ye û wiha dipirse; Tu yê xiyanetê tercîh bikî yan berxwedanê, tu yê rûmetê red bikî yan zordestiyê? Lew tu yê ji kîjanê re bêjî ‘erê’, ji yên din re dibêjî ‘na’. Şans û wateyeke din, dinyayeke din tune ye.

Mînak; her çiqas ku bi gelek aliyan ve ferqa yê ji Tûnceliyê û yê din tune be jî, redkirina yê din niha pêwîst e û pêwistî her car li gorî dilê mirov nîn in, lew pêwistî, pêwistî ye, ne dilxwestî…Loma jî heta ku lazim e mirov li gorî wê dimeşe û paşê jî dewama wî tîne. Jixwe ya girîng, dewama kar û xebatê, dewamkirina pêkanîna xeyal û armancê ye. Ku her kes weke kirde tev bigere û ne tenê wextê hilbijartinan lê di demên din de jî wek kirdeyek serwer bimeşe, dê ev xitmandin û xwexwarina vejenê (enerjiyê) ji holê rabe û bi rastî jî heyameke nû dest pê bike.

Îja dema mirov coş û kilam û geryanên ji bo hilbijartinê dibîne kêfxweş dibe û careke din dibîne ku dema kurd bixwazin çawa dikarin firtone û bageran rakin, kavil û xirbeyan bi hewa bixin, bes ku bixwazin! Bi rastî jî kurd, xwedî qarakterekî wolqanîk in, carna xwe di bêdengiyên kûr de winda bikin jî, dema ku dema wan a wolqanî tê, tu tişt nikare xwe li ber wan bigire û dê negire jî. Lew kurd in em, zarokên çiyayên wolqanî!

Kî xwe bi çi dixapîne bila bixapîne, kî çi navî li xwe û li me dike, bila bike; em, em in û tu car nayên helandin, ji ber ku di cewhera her kurdekî/ê de çiyayekî wolqanî veşartiye û dema şiyar dibe tu hêz nikare xwe li ber bigire. Ên ku vê rastiyê nizanin hene? Belê, gelek in jî. Ê jixwe karê her kurdê/î jî ne danezanîna vê ye? Divê zanibin ku em kî ne û çiqas û çima weke xwe ne. Divê her kurd bibe avakara/ê wê zanîna dijkolonyalîst û rojên li pêşiya me tenê bibin destpêk, lew em dizanin ku di carekê de her tişt hel nabe, lew domdar e jiyan û meşeke domdar dixwaze. Wê çaxê bo her kesê/î sihet xweş be!

Siwarên nas

Hemû siwar nas in êdî

Li ser pişta hespên kumêt

Avesta ne Zerdeşt in

Hemû siwar nas in êdî.