18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêxwasên jêhatî

Hesen Hemkê

Dizek diçe diziya maleke nêzî taxa xwe û anten û qabloya televizyonê didize. Xwediyê malê jî dema dibîne televizyona wî xira bû, radizê. Roja din serê sibehê yê diz dîsa tê û çavdêriya mala wan dike. Xwediyê malê derdikeve diçe karê xwe. Piştî demekê yê diz diçe û ji xwediya malê re dibêje; hevjînê te ez şandime ka televizyonê bide min ez bibim dikana xwe tamîr bikim. Dema ku êvarê mêrik tê malê hevjîna wî hal û meseleya xwe jê re dibêje. Mêrik nas dike ku ew jî hate dizîn. Roja din serê sibehê mêrik û jina xwe li ser şaneşînê çayê vedixwin, jinik wî mêrikê diz dibîne û dibêje wa ye yê diz ev bû doh hat televizyona me bir. Mêrik dadikeve tevî şort bi pey yê diz dikeve. Piştî 5 deqeyan hevalê yê diz tê û ji xwediya malê re dibêje, ‘Ez polîsê sivîl im, hevjînê te yê diz girtiye û niha her du li qereqolê ne. Hevjînê te got biçe mala me şalê min û cuzdana min bîne’.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê