5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bingehînparêziya stratejîk

Nakokiya di navbera îdiayên teorîk ên li dijî bingehînparêziyê (essentialism) ên di teoriya femînîst de û hewcedariya teoriyeke femînîst ji bo pêşxistina siyaseteke hevpar di çarçoveya “wekhevî û dadperweriyê” de hîn jî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ne.

Lewre dema helwesta yekemîn kategoriya jinan wekî fenomeneke homojen red dike, ya duyemîn ji bo tekoşîneke hevpar hîn jî pêdivî bi kategoriya jinan wekî komeke yekbûyî dibîne. Têgeha Spîvak a bi navê “bingehînparêziya stratejîk” ku xwe dispêre parastina bicihkirina stratejîk a nasnameyên bingehînparêz ên bi armancên siyasî, di nîqaşên femînîst de wekî çareseriyek gengaz a vê nakokiyê derketiye holê. Têgeha “bingehînparêziya stratejîk” bi vî awayî ji bo mebestên stratejîk tê bikaranîn, da ku taybetî kesên bindest û bêhêz karibin di qada siyasî de wekî aktor xuya bikin. Û her çiqas bi xwe li ser esasa nasnameyên hevpar/yekbûyî bê avakirin jî, di bingeha xwe de wekî bertekeke dijkolonyal a ku nasnameyên kolonyal homojen û xwezayî dike, tê pêşxistin. Di vê çarçoveyê de bingehînparêziya stratejîk dikare wekî hewldaneke demkî ya ji bo xurtkirina nasnameya komên etnîkî yan jî kêmneteweyan û bilindkirina seferberiya wan a siyasî were fêm kirin.

Têgîna bingehînparêziyê ya tevgerên jinan ên bakurê cihanê ku li ser taybetmendiyên hevpar ên hemû jinan ên bindestbûnê disekinîn, bi giranî bi vê rexneyê re rû bi rû mabû ku dihat gotin, ev ferasetên gerdûnîbûyî têkiliyên nû yên desthilatdariyê yên mêtinger diafirînin.

Ango di bin gotina ‘em hemû jin in û ji ber vê yekê tên bindestkirin’  de bindestbûnên ji ber sedemên cuda, yên weke ol, çîn, nîjad, netewe û hwd. nedihatin dîtîn û ser van nakokiyan dihat girtin.

Bingehînparêziya stratejîk tevî rexneyên pejirandî jî vê yekê esas digire. Lê vê carê ji perspektîfa bindestan. Li gorî vê mantiqê, bingehînparêziya stratejîk binxêz dike ku kategoriyên bingehînparêz ên nasnameya mirovî divê werin rexnekirin lê teqez dike ku bi riya kategoriyên wiha carinan cîhana civakî û siyasî baştir dikarin bên fêmkirin û şîrovekirin. Mînak her çiqas em nikaribin behsa tecrube û taybetiyên hevpar ên hemû jinan an jî di mînaka kurdan de, ên hemû kurdan bikin jî pirî caran hevokên me yên der barên wan de bi gelemperî û homojen in. Em dibêjin “em jin” an jî “em kurd” û hîn (xwe)pênaseyên neguherbar li xwe datînin. Wekî “jin hestiyar in, dûrî serdestiyê ne, bi şefqet in, û hwd.” An jî dîsa gotinên weke “kurd merd in” di wateya erênî de yan jî “kurd qewmê kew in” di wateya neyînî de tê gotin. Homojenkirin di wateya neyînî de ji hêla serdestan ve her tim ji bo pênasekirina kesên derveyî xwe (biyan/yên din) hatiye bikaranîn. Vê yekê jî hiştiye ku ew polîtikayên xwe yên mêtingerî hêsantir li ser bindestan bimeşînin. Weke mînak taybetiyên çandên baviksalariyê yên wekî “kuştina ji bo namûsê, qelend, sinnetkirina jinan” weke pênaseya çandekê homojen dikin û bi kurdan ve yan jî bi gelên Rojhilata Navîn ve girê didin û bi vî awayî wêneyekî nîjadperestî diafirînin. Der barê zayendperestiyê de Spîvak dibêje; “ji bo ku mirov li hemberî aliyê din karibe şer bike, divê mirov hêza gerdûnîbûnê fehm bike”. Digel vê yekê, dema ku kategoriya jinan bi vê nêzikatiyê digire dest, balê dikişîne ser hêza pênasekirinan. Dibêje “ez hest dikim ku pênasîn hewce ne ji bo ku em bimeşin, ji bo ku em bibin xwedî helwest. Ez pênaseya xwe ya jinan ne li gorî cewhera jinan lê li gorî peyvên ku niha tên bikaranîn ava dikim. Ango ev pênasekirina bingehînparêz xwe di neguherbariyê de asê nake lê wekî helwesteke polîtik derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de kategoriya “em jin” bi awayekî demkî, li hemberî mêtingeriyê, ji bo avakirina qadên civakî û polîtîk û her wiha derfeta li ser navê xwe axaftinê û xwepênasekirinê wekî helwesteke stratejîk û bi zanebûn ji nû ve tê avakirin.

Spîvak bingehînpareziya stratejîk ji bo demeke kurt guncav dibîne û balê dikişîne ser xetereyên xapa nêrîna homojeniyê. Ev stratejî pêdivî bi naskirina dubendiyê dike. Li gorî Spîvak bingehînparêzî stratejiyeke li gorî rewşekê ye û ev stratejî ne teorî ye. Huner jî di vir de li ser herdu lingên dubendiyê de dimeşîne.