3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KESK’ê ji bo kesên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin daxuyanî da

KESK’ê ji bo KHK’î yên ku bi awayekî derqanûnî ji karê xwe hatine dûrxistin  daxuyanî da

Platforma Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK) li parka Hazalê ya navçeya Bajarê Nû ji bo KHK’î yên ku ji karên xwe hatibûn dûr xistin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Şaxa EGÎTÎM-SEN’ê ya Amedê û TUM-BEL-SEN jî di navde gelek kes li wir amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê KHK’î biçin em ê bimînin” hatin vekirin. Ji aliyê gelek kesan ve dirûşmên “Bijî berxwedana kedkaran” û “Dê KHK’î biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.

Di destpêkê de Seroka Giştî ya EGÎTÎM-SEN’ê ya Şaxa Amedê Necla Kûrûl axivî, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kesên ku bi biryara KHK’ê ji karê xwe hatine dûrxistin ev tişt anî ziman û got: “Em ê ji bo hevalên me yên ku bi biryara KHK’ê ji karê xwe hatine dûrxistin heta biçin ser karê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ev îxracên ku tên kirin êdî bûne wekî biryara OHAL’ê û êdî bûye wek ferzîyekî. OHAL’ê wergerandine rejîmeke kêfî. Ev rejîm kesên ku bi salan ji bo mefên xwe têkoşiyan û mefê wan ji destê wan hat sitendin.”

‘Dawî li polîtîkayên xwe yên şaş bînin’

Hevserokê TUM-BEL-SEN’ê Mehmet Candar destnîşan kir ku dê KHK biçe û ew ê bimînin. Candar got ku ev pergal her tim bi awayekî bê hiqûqî gelek zirarê daye civakê û ev tişt anî ziman: “Dê KHK biçe, em ê qezenc bikin, ev pergala kapîtalîst her tim bi awayekî bê hiqûqî û bê qanûn dixwaze ku zirarê bide xweza, ajal, û mirovan. Desthilata heyî herkesî ji mafê wan ê ku li hemû deveran hebû ji destê wan sitend û ji xwe re kir wekî mal. Em dibînin ku ev polîtîkayên şaş civakê ber bi xizanî û tunebûnê ve dibin. kiryarên wan ên şaş hemû civakê xistine nava gelek zor û zehmetiyan. Em êdî dixwazin ku ev pergala heyî dawî li hemû polîtîkayên xwe yên şaş bîne.”

‘Ev pergal ji mirovahiyê hatiye dûrxistin’

Candar axaftina xwe bi van gotina bi dawî kir û wiha got: “Pergala ku ji mirovahiyê dûr ketiye gelek xesarên mezin dide mafê zindiyan û gelek kesan ji mafên wan ê jiyanê bêpar dike. Desthilata heyî bi têkiliyên xwe yên şaş ku bi neteweyên cuda re datîne, dikeve nava gelek xetereyan û hemû zehmetiyên wan jî civak dikşîne. Li welatê me krîza siyasî, aborî, civakî, birokrasî û hiqûqî heye û hemû jî gelekî zêde bûne.”