2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana ruhê serhildêr

Nalîn Aslan

Êrîşên li ser mafê dengdan û hilbijartinê yê gelê kurd erdnîgariya kurd di dîrokê de bûye sembola berxwedan, serhildan û azadiyê. Lê bûyerên dawî veguherî êrîşa li dijî mafê dengdan û hilbijartinê yên gelên li vê erdnîgariyê dijîn. Gelê kurd di têkoşîna xwe ya bi salan de gelek zehmetî kişand, lê tu carî dest ji parastina mafên xwe yên demokratîk berneda. Lê îro ev maf tên desteserkirin, bi neheqî ji kesekî din re tên dayîn, yan jî qeyûm tên tayînkirin.

Tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin tê wateya binpêkirina demokrasiyê. Ne tenê rêz li îradeya gelê kurd nayê girtin, dûrxistina kesên ku bihilbijartinên demokratîk hatin ser desthilatdariyê, bêrêzîkirina peyama ku gel li ser sindoqan daye.

Ev êrîş ne tenê li dijî partî û îdeolojiyek siyasî, li dijî nirxên demokratîk û mafên mirovan e. Gelê kurd ne tenê di qada siyasî de, di qada civakî de jî berxwedana xwe didomîne. Jin yek ji hêmanên herî girîng ên vê berxwedanê ne. Jinên kurd di dîroka xwe ya hezar salî de her tim bûne pêşengên têkoşîna azadî û wekheviyê. Dema di civakekê de maf bên desteserkirin, diyar e ku ew civak ji demokratîkbûnê dûr e. Jinên kurd ji ber ku vê rastiyê dizanin tu carî ji têkoşînê paşde gav navêjin. Ji ber vê yekê jin li hemberî vê desteserkirina mafan û tayînkirina qeyûman di nava berxwedanê de bûn. Ji ber ku weke hemû qadên jiyanê, di rêveberiyên herêmî de jî rola jinan di xurtkirina vê berxwedanê de faktoreke bingehîn e.

Berxwedana ruhê serhildêr ne tenê çîroka erdnîgariyê ye, têkoşîna hevpar a mirovahiyê ye. Gelê kurd ji bo parastina mafên xwe yên demokratîk, parastina azadiya xwe û hiştina cîhanek adiltir ji nifşên pêşerojê re vê têkoşînê didomîne. Divê em nirxên demokratîk biparêzin û li dijî hemû êrîşên li ser mafên mirovan, li dijî êrîşên li ser mafê dengdan û hilbijartinê, desteserkirina mafan û tayînkirina qeyûman bisekinin. Em ji bîr nekin ku parastina demokrasî û rûmeta mirovahiyê erka her kesî ye.