9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne teori, ne hestyarî a giring helwesta neteweyî ye!

Bajarê Wanê û Kurdên Wanî bi sekna xwe (ku ti analîzên teorîkî nikarin wê yekser şîrove bikin, weke şervanên li Kobanê stûneke hişmendîya dagirkeran a daîşî hilweşandibe û mirovên Ewropî û Cîhanî hay ji vê seknê çêbûbin, li me hemû Kurdan dikeve ku em bi vê rabûnê serbilind û şanaz bin.

Roja 4’ê nîsanê li Lozana Swîsreyê hevalekî me diçe hevdîtineke xwe, asîstan û axêver bi rêya wergêr jê dipirsin bê rewşa wî ya dawî çawa ye. Ew jî bersiva “Gelekî baş im!” dide wan. Weke sedem jî li dû demeke dirêj biryara wergirtina rûniştinê û her wiha encama rewşa dawî ya bajarê Kurdistanê, bajarê Wanê nîşan dide.

Helbet ji bo penabereke/î Kurd a/ê polîtîk bidestxistina cihê mayînê li Ewropayê zehf giring e û mirov dikare nirxandineke dûdirêj li ser bike; lê babeta kêfxweşîya ji ber encamgirtina berxwedana bajarê Wanê, ji ber rojanebûna xwe divê çend nirxandin jê re hebin.

Digel dagirkerîya ji sedsalekê zêdetir bertek, serîrakirin, helwest û encamgirtina neteweke bindest li hemberî dagirkerên xwe, hem dagirkeran, hem bindestan û hem jî temaşekaran eleqedar dike. Teorîsyenên dijdagirker û pêşewayên şoreş û gelan bi nirxandin û şîroveyên xwe bingehek ji dijrabûnên girseyên civakî re danîne û raber kirine. Mirov dikare li gora gotinên wan nivîsê dewlemend bike; lê ya nirxdar ew e ku mirov li cih û di wextê de bersivên xwe li gora jest, mîmîk, tevger û kiryarên çalakgeran bide ku nivîskarên cîhanî li ser wan helwestan berê berhemên xwe afirandine.

Li Şirnexê mirovên navsere li nava çavên piyonên dagirkeran nihêrîn, tilîyên xwe di çavên wan rakirin û gotin, “Biaxivin, hûn kî ne?” ku ev helwesta nîşandana hed û hidûdên wan bû; jinên siyasetmedar li pêş û li kêleka gelên xwe bi dengên herî bilind qîrîyan û gotin, “Hûn dizên axa me ne, em nirxên xwe bi dest we bernadin!” ku ev helwesta jinên Kurd a li dijî pergala nêrane bû; helbet ciwanên ji her temenî bêyî fermana ti kesan bi delodînîya xwe ya Kurdewar bi ser dagirkeran de herikîn, bi hêza destên xwe û bi kenên xwe welatê xwe bi destên dagirkeran bernedan ku ev helwesta herî dijkolonyal a ruhê ciwanî bû. Kurdên li metropolên Turkîyê berdevkên dewleta ceberrût bi çeka wan têk birin û ew bêqîmet kirin û ew bêhêz hiştin ku ev helwesta hişyarîya bav û kalên weke Şêx Seîd, Seyid Riza û Bedirxanîyan ji partîya Kemalîst re bû;  ne mezinkirina partiya dewletê.

Digel ewqas zanîn, feraset, helwest û bertekên dijkolonyal ger em vê hişmendîya xurt a Kurdan nebînin û em li ser tora civakî zarokekî Kurd bikin dabaşa nîqaşan, em qezenckirina partîyeke din a dewletê derxin pêş û em kiryarên bi milyonan Kurdan ji nedîtî werin, hingê tê wê wateyê jehra dagirkeran di can û damarên me de jî diherike û em ji ber nehezkirina hêzeke Kurd, bêyî hay ji xwe hebin, dibin êmên dagirkeran bixwe.

Ger qelemşor, nivîskar, bîrbir û naskirîyên Kurdan dijrabûna bi milyonan Kurdan bi hişmendîya pozîtîvîzma klîşeyî bibînin, hemû nivîs, analîz, afirandin û bertekên wan wê li ber dengên bilind û gavên xurt ên wan milyonan berhewa bibin. Ger em ê ji şoreşên milletan, ji sekna cihûyan, ji teorîyên feylesof û zanayên dijdagirker îlhamê bistînin, gerek em bi hemû zanînên xwe li kêleka pîr û kal, zarok û ciwan, keç û jinên Kurd rawestin û em ti caran nehêlin peşkên dagirkeran li tekoşîn û dijrabûna Kurdan bikeve. Çinku, Kurdên ku serdesteke dewletê di carekê de bêhêz hiştin û hêzeke din bi şert û şirût destek kirin, dikarin bi bûnewerîya xwe ya niha hemû têjikên Topal Osmanan jî bêhêz bihêlin. Û çinku Kurdên nû bi zanîn û feraseta xwe ya netewî li pêşîya hemû dînamîkên civaka Kurd in.

Bajarê Wanê û Kurdên Wanî bi sekna xwe (14 li ser 14 şaredarî) ku ti analîzên teorîkî nikarin wê yekser şîrove bikin, weke şervanên li Kobanê stûneke hişmendîya dagirkeran a daîşî hilweşandibe û mirovên Ewropî û Cîhanî hay ji vê seknê çêbûbin, li me hemû Kurdan dikeve ku em bi vê rabûnê serbilind û şanaz bin. Em enerjîya xwe ya potansîyelî ne li hemberî hevdu, lê li dijî dagirkerên xwe xerş bikin. Hingê hewce nake em pişta xwe bidin teorîyên gewre û bi hestyarîya demildest xalên neyînî bibînin. Em ê karibin yekser ji helwesta netewî re bibin alîkar û gaveke dîtir bi pêş bixin.

Ger ruhê demê hebe, ruhê netewî jî heye, divê em vî ruhî berze bikin.