30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî mêtingeriya spî jineke reşik

Di film de Dîouana ku dê biçe Fransayê bi kêfxweşî diqîre li ser bîrdariya şervanên dijî mêtingeriyê. Nirxên pîroz ên Senegalê binpê dike. Li bazara xulaman ku bêzîncîr, bêqeyd in lê bi dilxwazî disekinin.

Ji ber ku parzemîna Afrîkayê heta salên 1960’î jî di bin mêtingeriya dewletên Ewropayê de ye, sînemaya afrîkî bi pêş nakeve. Di serdema mêtingeriyê de filmên ku efrîkî çêdikin tune ne. Dewletên emperyalîst ên wek Îngilistan, Fransa, Hollanda, Portekîz, Îspanya, Îtalya û Almanya filmên derheqê Afrîkayê de çê dikin. Lewma sînemaya Afrîkayê nîne lê sînemaya mêtingeriyê heye. Dîmenên ku li vê parzemînê tên girtin û filmên ku ji serê sedsalê ve tên çêkirin afrîkiyan biçûk dixe û mêtingeran jî şareza, pêşketî û wek kesên ku hewl didin ku afrîkiyên paşvemayî jî şarezatir bikin nîşan dide.

Sînemaya pişt mêtingeriyê di bin bandora ramanwer û teorîsyenên dijmêtinger ên wek Fanon, Aîme Cesaîre, Albert Memmî de dimîne. Bi fikr û ramanan van teorîsyenan re şêweya realîzma nû ya îtalî jî xuya dike; filmên ku bi kêm pereyî, bi lîstîkvanên amator û li derveyî studyoyan li kuçe û kolanan û wek dokuman in tên çêkirin.

Sînemaya afrîkî ya ku bi fikra neteweyî û pan-afrîkî bi pêş dikeve, ji raman û tekoşîna tevgerên berxwedanê qût nîne û ev sînemaya ku li ser binyada têkoşîna li dijî mêtingeriyê pêşve diçe dibe sînemaya qûtbûna ji mêtingeriyê.

Ousmane Sembene yek ji wan derhênerên herî navdar ê sînemaya efrîkî yê ku li dinyayê tê nasîn.

Keçika Reşik (La Noire De) yekem filmê metraj dirêj ê Sembene ye ku di sala 1966’an de çêkiriye.

Filmê Keçika Reşik, ji serpêhatiyên jina ciwan a reşik a senagalî ku bi xeyala çûna Fransayê sermest bûye pêk tê. Dîouana wek her kesekî mêtingehê bi heyranî li mêtingerên xwe dinere. Ji ber ku fransîbûn ji bo her kesên mêtî derfeta mirovbûnê ye. Belê mêtî formeka nû ya jîndaran e; di navbera ajal û mirovan de ye an jî ajalek ku dişibe mirovan. Di ser de Dîouana dewlemend nîne ku li welatê xwe wek fransiyan bijî, lewma xeyala çûna Fransayê dike. Dîouna li karekî ku bike digere, kuçe bi kuçe, derî bi derî dipirse lê kar nabîne. Dawiyê jineka wek wê reşik rê nîşan dide û wê dibe qada keçikên wek wê ji bo qerwaşî bikin heta êvarê lê disekinin. Komeka jinên reşik heta êvarên li qadê disekin dema jineka spî ku pêdiviya wê bi qerwaşekê heye tê hûrnerîna wan dike. Dema jina spî tê, jinên reşik ên ku rûdinên radibin ser xwe û ber bi wê ve dibezin, her yek ji wan dixwaze ji bo kar ew bi xwe bên hilbijartin. Jinên ku ji kar fêhm dikin bi ser jina spî ve diçin lê Dîouna li kêlekê disekine. Ev yek bala jina spî dikişîne û wê hildibijêre. Dîouna li mala wan bi cih dibe, li zarokê wan dinere û helbet bi xizmeta fransiyan kêfxweş e. Herdu bermamiyên mêtingehê divê vegerin welatê xwe, Fransayê. Dîouana jî wê bi wan re biçe. Ji ber ku wê bi wan re biçe û xeyala wê pêk were pir kêfxweş e. Bi reqs li kolanên Dakarê diçe û tê.  Li ser bîrdariya ku ji bo giyanên li hemberî mêtigeran şer kirine hatiye çêkirin xwe bi kêfxweşî hil davêje û qîr dike “Ber bi Fransayê ve, ber bi Fransayê ve..”

Fransa, ji bo her kesekî li mêtingehê dijî xilasiya ji jiyana xizan, paşverû ye. Dîona jî bi vê kêfxweşiyê xwe li Fransayê dibîne lê rizgar nabe berevajiya dema li Dakarê ye yekcar girtî ye. Li malê tê heps kirin. Ji Xeynî peyvên “erê, na, ezbenî” tu gotineka Frensî nizan e. Li Dakarê xanima wê ya spî, pê re eleqedar dibû, wek ku hevalek be, cilên xwe (yên ku êdî li xwe nake-mêtingeha li paş mayê) jî diyarî wê dike. Lê li Fransayê diguhere, li hemberî wê êdî bi rehm nîn e ew bi tenê xulameka ku zilm lê tê kirin e. Şert û mercên wê her diçe dijwartir dibe, xeyalên wê yê Fransayê bi ser wê de hildiweşe. Hew îdare dike, qebûl nake û li hemberî vê zilmê serî radike. Dawîyê jî li dijî vê jiyana xwe ya ku lê xulam e, xwe dikuje.

Senegal bi salên dirêj di bin mêtingeriya Fransayê de ye, serxwebûna xwe bi dest xistibe jî mêtingeh berdewam dike. Piştî Fransiyan Fransaya reşik dimîne. Em di keseyeta Dîounayê de jî vê dibînin. Sembene, piştî nivîskariyê sînemayê wek çekeke dij-mêtingeh bi kar tîne. Helbet bi gotinên Fanon, guleya yekemîn ne li dijmin ango mêtingeran lê li kesên hatine mêtin û ew ji diruwê mirovan hatiye dersixtin dikeve. Piştî vê guleyê mêtîyê bêkesayet dimire û êdî kesekî azad ji dayik dibe. Sembene him mêtiyê bi hêstên xwenizmiyê him jî mêtingeran bi hemû hovîtiya wan eşkere dike. Mêtiya ji mirovatiyê derdikeve, Dîouana ya xulam xwe dikuje.

Di film de Dîouana ku dê biçe Fransayê bi kêfxweşî diqîre li ser bîrdariya şêrvanên dij mêtinger e. Ango nirxên pîroz ên Senegalê binpê dike. Li bazara xulaman ku bêzîncîr, bêqeyd in lê bi dilxwazî disekinin. Mêtingehiya nû, bazara xulaman a mêtîngeran e. Her çiqas mêtingeh bi saziyên xwe yên sîvîl û leşkerî bi dawî bûbe jî mêtingeh berdewam dike. Reşîk hê jî ne mirov in, ew wek ajalane ku dikarî wan ji bazarê bikirî. Çawa ku mirov li bazarê li ajalên ku bistînin dinihêrin wisa li wan dinihêrin mêtingerên spî. Li sehneya xwarinê ku mêvanên xwediyê malê hatine jî em vê ferasetê dibînin. Ji mêvanan yek dipirse bê ka Dîouana bi fransî dizane an na, ne jî Dîouana lê ji xwediyên wê dipirse. Nizan e, lê fêhm dike. Pirsa mêvanan balkêş e; “Çawa, wek ajo dizane?” Ji ber ku ne mirov e nikare bifikire, bizanibe tenê wek ajalan ajoyên wan hene lê ne mêjiyê wan!

Ji bo mêtingeran mêtî tenê ku bibe wek mêtingeran dikare bibe mirov. Lewma cilên xwe li wan dikin, wan wek xwe dixemilînin û destûrê didin wan ku solên wan jî li xwe bikin. Divê ew hov bişibin wan! Lê ji vê jî aciz in mêtinger, wek wan be jî dibin mirov. Ji bo Dîouana ser xwe ve neçe efendiyên wê pêşmala qerwaşan jê re tîne û jê re dibêje ji bo ku xwarin bixwe divê bixebite. Dîouana êdî serhildêr e, cilên wan ên derewîn ku qet lê nayê ji ser xwe davêje; dev ji xwarinê berdide. Ji bo dev ji xwarinê berdide naxebite jî. Ji rewşa heyî aciz e, ji rewşa heyî, girtina wê ya li malê, nêzîkatiya wan a li hemberî wê ew bêzar dike.

Êdî xwe wek xulamekê nabîne, serhildêreke. Fermanên wan bi cîh nayne, perê ku dane wê li wan vedigerîne. Rûpoşa textik a ku li Dakarê diyarî wan dike ji wan distîne. Ew rûpoş rûpoşa bîr û baweriyên wan ên Afrîkî ne ango nasnameya Dîouana ye. Li xwe vedigere. Dema xwediyê malê dixwaze rûpoşê jê bertek nîşan dide. Cara yekem bertek nîşan dide, ji bo rûpoşê dibêje “ew a min e” û nahêle bibe. Dema ber bi xwe, ber bi nasnemeya xwe ya afrîkî vedigere, efendiyên wê yên spî dibêjîn “dîn bûye.” Ango ew êdî ne xulameka maqûl e, dîneka ji rê derketî ku her diçe ji kontrola wan derdikeve.

Dîouana rêya xwe hildibêjere, mêtingeran red dike. Em ji serê heta dawiyê bi axaftina wê ya hundirîn Dîouanayê dişopînin, guherîna wê ya ji xulamekê ya ber bi jineka azad ve jê guhdar dikin. Xwe bi xwe dibêje, dê careka din tiştên wiha nebin û li serşokê dawî li jiyana xwe tîne. Xwekuştina wê serhildaneke li hemberî mêtingeran.

Xwediyê malê tiştên wê dide hev û berê xwe dide Dakarê. Pere dide diya Dîouanayê lê ew qebûl nake. Zarokek rûpoşa textikî jê distîne û dide ber çavê xwe. Bi wê rûpoşê dide du mirovên spî. Dem bi dem li pişt xwe dinere, rûpoş li pey wî ye, ne aram e, ji rûpoşê direve. Rûpoş, nasname ye, giyanê resen ê afrîkî ye ku Sembene pê dide du mêtingeran û hewl dide wan ji welatê xwe biqewirîne.