14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedanê komplo pûç kir

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ji şerê cîhanê yê yekemîn û vir ve herdem li ser Rojhilata Navîn plan û projeyên qirêj hatin pêşxistin. Bi van lîstikan hêzên global herdem xwestin ku li gor berjewendiyên xwe herêmê ji nûve dîzayn bikin. Ev hewldanên ku li dijî îradeya gel û reseniya herêmê dihatin pêşxistin, bi xwe re gelek êş û azarên mezin dan çêkirin. Di encama van komployên siyasî de jî herî zêde gelê kurd êş kişand û tune hat hesibandin.

Gelê kurd di van sed salên dawî de herdem li dijî van lîstik û komployên siyasî, li çar aliyên Kurdistanê di nava têkoşîn û berxwenekê de bû. Hêzên navneteweyî ev berxwedanên gel li dijî berjewendiyên xwe xetere dît û ji bo tasfiyekirina wan bi hêzên herêmî re bûn yek.
Li seranserê Kurdistanê tevgerên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşiyan, ji ber ku lokal û herêmî man li dijî komployên ku dihatin pêşxistin nikarin bibin xwedî îradeyek xurt û têkoşîna xwe mezin bikin. Lewma dema em li dirêjiya dîrokê dinêrin hemû serhildanên ku hatine destpêkirin, di encama komployan de bi dawî bûne, ango hatine tasfiyekirin.
Hêzên ku di dagirkeriya Kurdistanê de xwedî roleke mezin in xwestin ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi heman erkê rabin. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo hat kirin, bi vê armancê pêk hat. Di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera hemdem a azadiya gelan têk bibin û wê jî wek tevgerên din ên kurd tasfiye bikin. Lê tişta ku PKK’ê ji tevgerên klasîk ên kurd cuda dikir pir bûn. Yek ji van jî pêşdîtinên Rêber Apo û hêza wî ya tahlîkirina pergala kapîtalîst bû. Xala duyem jî PKK ne partiyek lokal partiyek cîhanî û modern bû. Têkoşîna PKK’ê ya li herêmê hişt ku di demeke kurt de deng vede û hişt ku bibe tevgereke gelan. PKK’ê bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn bû aktoreke siyasî ya sereke. Lewma ev tevgera ku ji derveyî planên hêzên navneteweyî derket hat hedef girtin.
Ji bo tasfiyekirina PKK’ê hêzên navneteweyî bi destê NATO’yê piştgiriyek mezin dan dewleta tirk a dagirker. Di çarçoveya vê piştgiriyê de komkujiyên ku li Kurdistanê hatin kirin, gundên hatin şewitandin û talana ser xwezaya Kurdistanê pêk hatî ji aliyê hêzên qaşo xwe wek alîgirê mirovahiyê dibînin jî, ji nedîtî ve hat. Tevî hemû êrîş û komployê jî PKK di rêya xwe ya azadiyê de bêyî ku tu hêzê wenda bike meşî û têkoşiya.

Ji bo vê tevgerê ku li herêmê ji bo azadiyê ji gelan re bûye hêvî têk bibin, bi komployeke ku di dîroka mirovahiyê de tu mînakên wê nînin pêk anîn. Ev komploya ku bi dîlgirtina Rêber Apo encam bû, di têkoşîna azadiya gelê kurd de jî pêvajoyek nû da despêkirin.
Li dijî komploya navneteweyî di serî de Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd têkoşînek mezin dan meşandin. Bêguman di vê têkoşînê de rola sereke ya Rêber Apo bû.
Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li gireva Îmraliyê da nîşandan ku îradeya mirovê azad çiqas mezin e. Tevî hemû zext û îşkenceya psîkolojîk jî Rêber Apo bêyî ku ji biryardariya xwe ya têkoşîna azadiyê tiştekî wenda bike xebat da meşandin. Bi pirtûkên ku nivîsandî, hem komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê analîzkir û derxist zanebûnê û hem jî pergala ku teslîmiyetê li ser gelan ferz dike dahurand. Ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cihanê krîza ku pergala bi têgeha netewe dewlet hatiye avakirin û li ser gelan “yek perestiyê” ferz dike û li dijî wê projeya neteweya demokratîk pêşxist.
Ji vî milî ve berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê ji bo gelên têkoşer bû çavkaniya hêviyê. Ne tenê li Kurdistanê, îro li gelek welatên cuda ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn tê maşandin. Ev têkoşîna ku di qada navneteweyî de tê birêvebirin li dijî komplaya navneteweyî têkoşîna alîgirên azadiyê ye.

Hêzên ku bi komplo û kaosê hebûna xwe li ser gelan ferz dikin bi pergala ku avakirine îro krîza herî mezin ew dijîn. Hemû hêzên ku di komploya navneteweyî de cih girtine îro bi hev ketine û hewl didin ku ji xwe re rêyek derketinê peyda bikin.
Tevî hemû astengî û zextan jî komploya navneteweyî ya li dijî îradeya gelan îro bi têkçûyîneke mezin re rû bi rû ne. Ji bo li dijî polîtîkayên înkarê û komployên siyasî yên li ser îradeya gelan tên meşandin divê dawî li dîlgirtina Rêber Apo bê anîn. Gelên ku di ferqa girîngiya Azadiya Rêber Apo de ne, her roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Bi têkoşîna hevpar a gelan re azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e. Gelê kurd û dostên xwe ji vê bawer kirine û bi vê baweriyê di nava têkoşîneke mezin de ne. Tişta ku têkoşînê jî digihîne serkeftinê jî baweriyê ye.