28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka girtîgeh û tecrîdê

Di dîroka mirovahiyê de piştî serdestiya li ser civakê û avabûna dewletê, mirov bi gelek rê û rêbazên cuda hatine cezakirin. Hin ji wan hatine sirgûnkirin, hin ji wan bizûv û lebatên wan hatine jêkirin, hin ji wan jî wekî koleyan hatine xebitandin. Dewletan di sedsalên dawî de pergala girtîgehan pêş xistin û êdî mirov bi tecrîd û îzolasyona jiyanê ceza kirin. Îro li welatên cîhanê cezakirina herî dijwar li girtîgehên Tirkiyeyê pêş dikevin. Li girtîgehên Tirkiyeyê cezakirin bûye cureyekî îşkenceyê. Ev yek herî zêde li Îmraliyê pêş dikeve û li cîhanê tecrîda herî giran li girtîgeha Îmraliyê pêk tê.
Beriya girtîgeh bên avakirin, mirov bi rê û rêbazên cuda dihatin cezakirin. Ji dîroka qanûnên Hammurabî heta niha rayedarên dewletê mirov bi armanca astengkirin, tolhildan û bidûrxistinê ceza dikin

Rêbazên cuda yên cezakirinê

Hinek jî bi rêbazên cuda hatine kuştin. Di dewleta Asûr û Persan de mirovên ku li dijî dewlet û rayedarên dewletê sûc dikirin parçeyek ji bedena wan dihat jêkirin. An jî îşkence li wan dihat dikirin. Li gorî dewleta Yewnanan mirovên sûc dikirin an cezayê pereyan li wan dihat birîn an jî ji ser axa xwe dihatin sirgûnkirin. Li gorî hiqûqa Romayan cezayê pereyên pir zêde li wan dihat birîn. An jî di karên giran de wekî karker dihatin xebitandin. Di serdema antîk de ji azadiya wan dihatin sînorkirin û li cihekî dihatin girtin.
Di serdema Yewnana kevnare de tol dihat hilanîn. Li gorî Platon, armanca ceza çavtirsandina sûcdaran bû. Lê ev yek nehat kirin. Di dadgehên Atînayê de kesên dihatin cezakirin, wekî koleyan dihatin xebitandin û rûmeta wan dişikandin. Li pêş çavê civakê dihatin teşîrkirin. An jî dihatin sirgûnkirin.
Di hiqûqa Cermenan de jî tol ji kesên sûcdar dihat hilanîn. Ji ber ku kesên sûc dikirin wekî dijminê civakê dihatin dîtin û ji azadiyê dihatin qutkirin.
Li gorî hiqûqa dêran jî kesên sûc dikirin, an dihatin tecrîdkirin an jî li hemberî civakê tobe dikirin. Di hiqûqa dêrê de yekem car cezayê girtîgehê di serdema keşîşxaneyan de kesên sûcdar di hucreyekê de dihatin tecrîdkirin.
Kral di hiqûqa muşterek de kesê sûc dikir ji bo jiyana wî/ê xelas bike heta mirinê wan di xizmeta xwe de dixebitand.

Girtîgeh hatin avakirin

Piştî sedsala 15’an êdî girtîgeh hatin avakirin û li şûna sirgûn, koletî û kuştinê, mirovên ku li dijî dewletê sûc kirin hatin girtin û di girtîgehan de hatin cezakirin.
Girtîgeh cihê cezakirina mirovan e. Ji cihên girtî ango cihê ku ji civakê hatiye îzolekirin re girtîgeh tê gotin. Cihê mirov lê tê girtin an jî hatiye bi sînorkirin e. Girtîgeh cihê cezakirina mirovên ku li dijî kes, civak, xweza an jî rêxistinekê sûc kirine ye.
Yekemîn girtîgehan nûjen di sala 1595’an de li Amsterdamê hatiye avakirin. Di nava dewletên cîhanê de herî zêde li welatê Amarîkayê mirovên girtî hene. Dîsa li gorî nifûsê hejmara herî zêde girtî lê girtîne Amarîkayê ye.
Kesên tên girtin, li gorî sûcê kiriye li girtîgehan emrê xwe di nava çar dîwaran de derbas dikin. Li gorî Peymana Mafên Mirovan ê Gerdûnî divê zarok neyên cezakirin û neyên girtin. Lê li gelek welatên cihanê bi hezaran zarok girtî ne. Her cend navê van girtîgehan wekî mala islah-terbiye tê navkirin jî di encamê de zarok ji azadiya fîzîkî tên qutkirin û cezakirin. Di sala 1588’an de kesekî dizî kir, li şûna wî darve bikin, biryar dan ku dewlet wî perwerde bike û têxe xizmeta dewletê.
Di sala 1555’an de li Şatoya Bridewellê wargehek kar hat avakirin û kesên li dijî dewlet û civakê sûc kirin li vir kom kirin û li wir dane xebitandin. Di dîrokê de cihê wekî Kuleya Londrayê, Keleha Bastille ya Parîsê, Yekîkule ya Stenbolê, cihê kesên lê hatine cezakirin û wekî karkerên xulam lê hatine xebitandin.
Heta sedsala 19’emîn ji xeynî cezayê karê înşaata giran, gelek kesên li dijî dewletê sûc dikirin dihatin darvekirin û kuştin.
Di navbera sedsalên 18 û 19’emîn de avakirina girtîgehan zêde bû. Li gelek girtîgehan girtî di ode û hucreyên cuda de dihatin girtin.
Di sedsala 20’emîn de li gelek welatan kesên sûc dikin bi awayekî fizîkî di hucreyan de tên girtin an jî bi komî di qawîşan de tên girtin. Lê ji gelek mafên xwe yên siyasî û civakî tên mahrûmkirin. Mafê girtiyan ên ragihandin, tenduristî, xwendin û civakî ji destê wan tê girtin.
Li gelek welatan girtî yan tên îzolekirin û tecrîdkirin an jî bi tundî û zextên dijwar re rû bi rû dimînin.

Li Tirkiyeyê rewşa girtîgehan

Li Tirkiyeyê yekem car girtîgeh li ser esasê kar hatin avakirin. 170 sal berê, di serdema Dewleta Osmanî de di sala 1851’an de zagona cezayê ket meriyetê.
Di sala 1950’î de piştî pergala pir partiyên siyasî ketin meriyetê, salên cezayên hepsê dîsa hatin dirêjkirin. Li navçe û bajaran girtîgehên Tîpên A û B yên Girtî hatin avakirin. Dîsa li herêman Girtîgehên Tîpa E yên Girtî hatin avakirin. Di vê serdemê de li Qayseriyê ji bo girtîgehan herêmek hat avakirin. Piştre li Edirneyê girtîgeh hat avakirin. Piştî salên 1954’an biryar hat dayîn ku 5 tîpên girtîgehan bên avakirin.

Tîpa F bi xwînê hat avakirin

Piştî sala 2000’î li Tirkiyeyê Girtîgehên Tîpa F hatin avakirin. Girtîgehên Tîpa F li Tirkiyeyê bi xwînê hatin avakirin. Girtiyên siyasî di 20’ê cotmeha 2000’î de li hemberî girtîgehên tîpên F’yê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê di roja 45’emîn de veguhest rojiya mirinê. Hikûmeta wê demê piştî mezinbûna çalakiyê di 19’ê kanûnê de dest bi operasyona bi navê ‘Vegera Jiyanê’ kir. Di operasyonê de leşker bi çekan ketin qawîşan û gazên kîmyewî hatin bikaranîn. 30 girtî û 2 jî leşker bi tevahî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, li Îmraliyê girtîgehek taybet ava kirin. Piştre li Tirkiyeyê Girtîgehen Tîpa F hatin avakirin û ev pergala Girtîgehên Tîpa F li Tirkiyeyê belav bû. Bi vê pergalê hemû girtiyên siyasî yên berê li Girtîgehên Tîpa E 40-50 kes di heman qawîşan de diman belav kirin û 3 kes di odeyan de bi cih kirin. Bi vê rêbazê girtiyên siyasî ji hev qut kirin. Di salên dawî de tîpên T, L, M, D, hatin avakirin. Di salek dawî de jî Tîpa S li Îdirê hat avakirin. Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li hemû girtîgehan tecrîd belav bû û gelek mafên girtiyan ên siyasî, civakî, zagonî û hiqûqî ji destê wan hat girtin. Girtî di lêgerîna tazî re têne derbaskirin. Radyo, TV, kovar, pirtûk ji destê girtiyan hatin derxistin. Mafê wan ê serdana malbatan û xizmên wan hatin bisînorkirin. Mafê wan ê hevdîtina vekirî hatin bisînorkirin. Mafê wan ê kirîna alav û amûrên ji derve hatin bi sînorkirin. Mafê wan ê ragihandin, tenduristiyê ji destê wan hatin girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên cezayê wan bi dawî bûne nayên berdan. Roj bi roj zextên li ser girtiyên siyasî girantir dibe û bêtir mafê wan ji destê wan tên girtin.