4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xencerek li dilê Rojhilata Navîn ketiye’

HDK, TJA, HDP, DBP, DAD û rêxistinên civakî bi armanca komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê şermezar bikin daxuyaniya hevpar dan. Nûnerên rêxistinên civakî xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê mezin bikin.

Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî têkildarî 15’ê Sibatê li avahiya HDP’ê ya Bagcilara Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên HDK, TJA, HDP, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, MATUHAY-DER, ANYAKAYDER û DAD tev lidaxuyaniyê bûn. Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Îlknur Birol û Ferhat Encu, Hevserokên MATUHAY-DER’ê Esîn Çelik, Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê, Dîlber Demîr Mustafa Mesut Tekik, Hevserokê DAD’ê Kadriye Dogan beşdarî civînê bûn. Li salona  civînê pankarta “Bimire kamploya 15’ê sibatê” û “Dê komploger winda bikin azadî dê bi ser bikeve” vekirin.

Hevberdevkê HDK’ê Erkan Tepelî, anî ziman ku komplo li dijî Rojhilata Navîn, Kurdistan û gelê kurd û tirk darbeyek bû û wiha got: “Komplo wekî xencerekê li dilê Rojhilata navîn ketiye. Ocalan fikrek pêş xist û gel li vê fikrê xwedî derket. Ocalan bi vê fikra xwe komplo pûç kir. Em dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û di şertên azad de bijî.”

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Birol jî anî ziman ku komplo pir fireh e û wiha got: “Ji bo planên xwe yên nû li Tirkiye û herêmê têxin meriyetê ev komplo pêk anîn. Ev yek li dijî azadiya gelan astengiyek pir mezin e. Divê bi lez pergala tecrîdê bi dawî bibe. Divê ji nû ve rêyên demokrasî û aştiyê bên vekirin.”

Li ser navê TJA’yê Tulay Guler jî anî ziman ku heta Ocalan azad nebe gelên li Rojhilata Navîn ji azad nabin.

Li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bediha Gokguz jî, 15’ê Sibatê ji bo gelê kurd wekî “Roja Reş” pênase kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê gel Abdullah Ocalan li ser hemû civakê belav bû.”