6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enqereyê ceza li Şenyaşar birî

Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê cezayê pereyan li Emîne Şenyaşar birî.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, 343 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Li aliyekî çalakiya Şenyaşar didome. Li aliyê din astengî û cezayên li pêş malbata Şenyaşar zêde dibin.

6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê der heqê Emîne Şenyaşar de doz vekiribû. Emîne Şenyaşar di 2’yê cotmeha 2020’an di danişîna sêyemîn a Fadil Şenyaşar de li ber Edliyeya Meletiyê gotibû: “Ev Halîl (Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) kesekî faîzxwir û dizek e. Bila li pey dizekan û Halîl bikevin. Wê demê dê bibînin bê ka çend kes kuştine.” Ji ber vê gotinê der heqê Şenyaşar de doz vekirin. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, ji ber vê gotinê bedelê 365 rojan cezayê pereyan birîn.

Dadgehê, înfaza cezayê Şenyaşar taloq kir.