3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşar Esed çû serdana Çînê  

Beşar Esed û hevjîna xwe Esma Esed tevî şandeyeke aborî çûn serdana Çînê ya yekemîn a piştî 20 salan e.  

Hikumeta Şamê hewl dide piştgiriya aborî ya Çînê wergire, da ku hilweşîna aboriya xwe sivik bike.

Piştî Rûsya û Îranê, Çînê bû dewleta sêyemîn a ne erebî ku Esed di dirêjahiya salên şer û krîza li Sûriyeyê de vê serdanê dike.

Ji aliyekî din ve, Çînê ev serdana ku ji aliyê Serokê Sûriyê ve hatiye destpêkirin, wekî derfetekê ji bo bilindkirina pêwendiyên di navbera Şam û Pekînê de nirxand û serdan wekî  “asteke nû” binav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning got: “Em di wê baweriyê de ne ku seredana Serok Beşar Esad wê bawerî û hevkariya siyasî ya di warên curbecur de di navbera her du welatan de kûrtir bike û têkiliyên dualî derxîne asteke nû.”

Esed ligel hevjîna xwe Asma El Esed û şandeke siyasî û aborî vê serdanê li bajarên Hangzhou û Pekînê dike.

Rojnameya El-Wetan a Sûriyeyê ku nêzîkî hikûmetê ye, ragihand ku Esed dê roja 23’ê vê mehê beşdarî merasîma vekirina lîstikên Asyayî li Hangzhou bibe, lê Wezareta Derve ya Çînê ti daxuyanî derbarê naveroka serdanê de neweşand.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Çînê di forumên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de piştgiriyek mezin dide desthilata Şamê. Çînê li kêleka Rûsyayê di salên dawî de gelek biryarên neteweyên yekbûyî yên li dijî rejîma Şamê vetokirin û nehiştin ku ew biryar derkevin.