4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi angaşta Gezmîş bi bîr anîne polîsan 30 kes binçav kirin

Li Antalyayê, polîsan bi ser malan de girt û bi angaşta ku tev li bîranîna Denîz Gezmîş bûne, bi qasî 30 endam û rêveberên partî û sendîkayên çepgir, binçav kirin.

Li Antalyayê, polîsan bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtinên malan de bi angaşta ku di 6’ê gulanê de tev li bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bûne, bi qasî 30 endam û rêveberên partî û sendîkayên çepgir ên mîna Partiya Kedê (EMEP)  Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Malên Gel, Partiya Çepgir, DÎSK/Emeklî-Sen û Egîtîm Sen, binçav kirin.

Ji çend kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne; Serokê Şaxa Egîtîm Senê Nûrettîn Sonmez, Sekretera Rêxistinkirinê ya Şaxê Çîgdem Altintaş Peker, rêveberên serdemên berê yên Şaxê Kadîr Ozturk, Hasan Taşkin û nûnerê cihê kar Yaşar Saripinar.