3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçberên destê PDK’ê di rewşek xirab de dijîn

Hezar û 286 malbatên ku PDK’ê ji bo xweşkirina dagirkeriya dewleta tirk wan ji zozanên Bradostê koçber kirin, di nav xizaniyê de dijîn û rojên gelek zor û zehmet derbas dikin.

Di 13’ê îlonê de PDK’ê hêzeke zêde ya bi qasî hezar çekdarî di bin navê “hêzên nobedarên sînor” de bi 200 maşîneyên zirxî, tank, çekên giran şand zozanên Bradostê. Piştî vê veguhestinê ev hêz li herêmê êrîşî gerîllayên YJA STAR û HPG’ê kirin. Piştî ku ev êrîş li herêmê û tevahiya Kurdistanê bû sedema bertekên mezin, PDK’ê 24 saet dem ji niştecihên herêmê diyar kir û bi armanca xweşkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ew ji zozanên Bradostê koçber kirin.

Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, cotkar û koçer jî di nav de bi giştî hezar û 286 malbat bi destê PDK’ê ji zozanên Bradostê hatine koçberkirin. Malbatên ku koçber bûn dest ji berhemên xwe yên çandiniyê berdan û xesareke mezin gihîşt wan. Her wiha malbatên ku sewalên wan hene jî li herêmên germ bi cih bûn.

Ji Rojnewsê re axivîn

Nûçegihanên Rojnewsê li devera ku bi cih bûne serdana, malbatên ku bi destê PDK’ê hatine koçberkirin û li gundê Kejek bi cih bûne, kirin. Malbat di nav bêderfetiyan de jiyana xwe didomînin. Ne ceyrana wan heye ne jî ava wan a vexwarinê. Ew li cihekê û sewalên wan jî li cihekê ne. Dev ji çêkirina berhemên şîr (mast, penîr, lorik, şîrij, keşk, sertî, jajî û nîvişk) berdane û gelek xesar gihîştiye wan.

Ji koçberên destê PDK’ê Cadir Umer, der barê mijarê de ev agahî dan: “Em li Kelaşînê bûn. Hikûmet hat û ji me re got ji vê derê biçin ji ber ku îhtîmal û metirsiya çêbûna şer heye. Em jî ji tirsan reviyan û me nekarî hemû kelûpelên xwe jî bînin. Em hatine vê derê û heta niha tu kes li hewara me nehatiye û rewşa me ne pirsiye.”

Gilî û gazinên koçberan

Di berdewamê de Cadir ev tişt anîn ziman: “Dema me ya koçkirinê hîn nehatiye, hîn germ e û li xwarê jî mêrg nîne. Lê em bi neçarî dan koçkirin. Serê me gelek êşandin. Ji ber ku em bê mal û hal man û derbeder bûn. Me ne ceyran heye ne jî ava vexwarinê. Hemû sewalên me derbas nebûne, hinek ji me nîvê şevê dest bi koçkirinê kirin. Ji ber vê yekê jî me gelek tişt û kelûpelên xwe hiştin û em negihan bi xwe re bînîn.”

Ji mexdûrên PDK’ê Rêbaz Behrî jî diyar kir ku xesareke mezin gihiştiye wan û wiha got: “Mast, penir, lorik û şîrijên me hemû xirab bûn. Ji ber ku ceyran nîne û ava sar jî nîne ku em bixinê. Lewra em gelek bifikarin ku em ji zozanên me anîne vê derê.”

Mexdûrê bi navê Eshed Ehmed Pîre jî ev tişt gotin: “Wan em derxistin. Em li ser mal û halê xwe bûn û bi sewalkariyê ve mijûl bûn. Hikumetê ji me re got, ‘dê şer çêbibe, ji vê derê biçin’, lewra em neçar bûn ku ji zozanên xwe yên hênik û xweş ber bi cihên germ û çolê ve koç bikin.”