4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşdarvanên Nobeda Edaletê: Berxwedanê mezin bikin

Nobedên Edaletê yên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatina destpêkirin didomin. Kesên beşdarî nobetê bûn banga mezinkirina berxwedanê kirin. Hevserokê OHD’ê yê  Amedê Prz. Riza Polat anî ziman ku çalakvan di çalakiya xwe de mafdar in.  

Nobetên Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatine destpêkirin, li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Stenbolê berdewam kirin. Welatî û nûnerên saziyan ên serdana nobetan kirin peyama “Heke daxwaz neyên qebûlkirin dê têkoşîn bidome” dan.

Wan

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUAY-DER a Wanê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. Jinên şêniyên Taxa Xaçortê serdana Nobeta Edaletê kirin. Di çalakiya ku tevahiya rojê serdan dom kirin de ji bo rakirina tecrîdê banga yekitiyê û mezinkirina têkoşînê hate kirin. Behîce Bor a di serdanê de axivî, bertek nîşanî pergala tecrîdê ya di kesayeta Abdullah Ocalan de hatiye pêşxistin da û wiha got: “Em kesên çalakî dane destpêkirin silav dikin. Divê hemû dayik û malbat li dijî vê berxwedanê rabin ser piyan. Li dijî berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin divê herkes bi hestiyar be û piştgiriyê bide.”

Jinên tev li nobetê bûn her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

 Amed

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 19’an de didome. Hevserokê OHD’ê yê Amedê Prz. Riza Polat diyar kir ku girtî di daxwazên xwe de mafdar in.

Çalakiya Nobeda Edaletê ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi diruşmeya “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiye destpêkirin li Amedê jî di avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Partî) a navçeya Rêzanê didome. Çalakgeran li eywana çalakiyê pankartên “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan”, “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan” û “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” daliqandine. Çalakiyê di roja 19’an de berdewam kir. Endam û rêvebirên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan çalakgeran. Di çalakiya ‘Nobeda Edaletê’de çalakgeran stran gotin, li çepika dan û lîlandin. Dayîkan diruşmeyên ‘Bijî berxwedana zîndana’,‘Bijî serok apo’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ berzkirin.

Hevserokê OHD’ê yê Amedê Riza Polat diyar kir ku pirsgirêka niha tê jiyîn pirsgirêka sedsalê ye û got: “Ev pirsgirêka tecrîdê pirsgirêka civakî ye. Ev barê giran di salên 2018, 2019 û 2021’ê de jî berdewam kiribûn. Ev tecrîd hê jî didome. Girtî di daxwazên xwe yên çalakiyê de mafdar in. Ji ber vê yekê girtî dengê xwe derdixin derve.”

Mêrsîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 19’emîn de berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen ê di nobetê de axivî wiha got: “Rêya aştiya gelên Tirkiyeyê di rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qebûlkirina daxwazên girtiyên siyasî re derbas dibe. Ji bo ku ev daxwaz were qebûlkirin dê têkoşîna me berdewam bike.”

Edene  

Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 19’emîn de berdewam kir. Pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin û serdanên Nobeta Edaletê berdewam kirin. Beşdarvanên nobetê diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê divê deng were derxistin.