10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza Ayşe Gokkan taloqî adarê kirin

Danişîna doza Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkanê taloqî 29'ê Adara 2024'an kirin.

Berdevka Berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 28’ê Çileya 2021’ê de li Amedê bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” û “endamê rêxistinê” ye hat girtin, di 2’yê Adara 2023’yan de sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê kiribûn. Der barê Gokkanê de bi hinceta “Herêmên qedexeya leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê kiriye” û “zerar daye milkê cemaweriyê” salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbûn. Dadgeha Îstînafê biryar betal kiribû û carek din doz hat lidarxistin.

2’yemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbîna Mêrdînê hat lidarxistin. Gokkan bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş û gelek jin beşdarî danişinê bû. Piştî tespîta nasnameya danişîn destpêkirin. Ewilî belge hatin xwendin û ji bo lêkolînê li dosyayê zêde kirin. Piştî Gokkanê parastina xwe bi kurdî kir, parêzerên wê jî parastin kir.

Şandeya dadgehê ji bo lêkolînkirina belgeyên ku teslîmê dadgehê hatî kirin danişîn taloqê 29’ê Adara 2024’an kir.