28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKG: Wezîr dereweke mezin kir

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan û Seroka MKG'ê Roza Metîna daxuyaniya Wezîrê Dadê Tunç a Rojnamegerên girtî tune' derewand û diyar kirin ku li Tirkiyeyê 62 rojnameger girtî ne.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, derbarê daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç a “rojnamevanên girtî nîn e” weke “nîşaneya aqlê dewletê yê înkar û derewê ye, cihê şermê ye” şirove kir. Seroka MKG’ê Roza Metîna jî hejmara rojnamevanên girtî bi bîr xist û got: “Ji bo ku xwe biparêzin wiha diaxivin.”

Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di hevdîtinên Teklîfa Qanûna Budçeya Sala 2024’an a Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û pirsên derbarê rojnamegerên girtî de bersivandin. Wezîr Tûnç anî ziman ku tu rojnameger an jî tu kes ji ber parvekirinên xwe yên medya dîjîtal girtî nîn in. Lê li gorî rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya meha mijdarê 11 rojnamevan hatine binçavkirin û ji wan 5 kes hatin girtin. Dîsa di meha mijdarê de dozên 51 rojnamevanan hatin lidarxistin û di wan dozan de 93 rojnamevan hatin darizandin. Li gorî daneyên raporê hejmara rojanemevanên girtî 62 ne.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bertek nîşanî daxuyaniya Wezîr Tûnç dan.

Wezîr derewek mezin kir

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan derbarê daxuyaniya Wezîrê Dadê Tûnç de şiroveya “nîşaneya aqlê dewletê ye” kir û wiha axivî: “Astengiyên li pêşiya azadiya fikr û ramanan ji Serokkomar bigirin heya wezîran, ji hêla kesekê ve nayê qebûlkirin. Tevî hemû hişyariyên saziyên çapemeniyê yên naxweyî û derveyî welat, Hikûmeta Tirkiyeyê bi ve refleksa derewandinê nêzîk dibe. Dibêjin di qeydên me de tu rojnamevanên girtî nîn in. Tê zanîn ku ev yek dereweke mezin e. Jixwe kes baweriya xwe bi van naîne”

Altan bi bîr xist ku Hevseroka wan Dîcle Muftuoglû jî di nava rojnamevanên girtî de ye û got. “Dîcle Muftuoglû rojnamevaneke bi salan e. Girtî ye û di girtîgehê de ye. Demeke nêz de hin hevalên me yên rojnamevan hatin berdan. Di navbera sala 2022 û 2023’yan de gelek hevalên me hatin girtin û berdan. Hêj jî hinek ji wan girtî ne. Rojnamevanên me yên hikûm xwarine jî hene.”

Altan, di berdewamiya xwe de anî ziman ku nûnerên desthilatê rojnamevanan krîmînalîze dikin û wiha pê de çû: “A rastî dixwazin rojnamegeriyê weke sûc bihesibînin. Dema wiha dibe yên di girtîgehê de nabin rojnameger. Lê belê hikûmet li pêş çavên her kesê, derewan dike. Ji bo van rewşan, tim bi refleksa inkarkirinê tevdigerin, xwe wisa dibarêzin. Wek me gotî bi awayekî vekirî hejmar di holê de ne û em dikarin yek bi yek van navan bijmêrin. Axaftina Wezîrê Dadê cihê şermê ye.”

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî da zanîn ku ji ber ew rastiyê ji civakê re radigihînin, tên hedefgirtin û bal kişand ser hejmara rojnamevanên girtî. Metîna derbarê daxuyaniya Wezîrê Dadê de ev tişt gotin: “Gotinên Wezîrê Dadê rast nîn in. Ji bo sûcdariyên li dijî rojnamevanan kirine, hincetên wekî ‘propagandaya rêxisitinê’, ‘endamtiya rêxistinê’ nîşan didin. 62 rojnamevan girtî ne. Ji bo ku xwe biparêzin wiha diaxivin. Em wek rojnamevan, dê li dijî zextan pênûsa xwe bernedin û têkoşînê bidomînin.”