10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #JiBoTecrîdêBişkîninKartBişînin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hezar roj in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava ku hatiye destpêkirin didome. Niha jî bi boneya agahî ji Ocalan bê girtin bi etîketa “#TecridiKırmakİçinKartGönder (JiBoTecrîdêBişkîninKartBişînin)” bang hatin kirin. Di vê bangê de wiha hat gotin: "Demildest divê tecrîd bê rakirin."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal û 9 meh in di tecrîda giran de tê ragirtin. Hezar roj derbas bû bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji bo agahî ji Rêber Ocalan bê girtin û azadiya fizikî ya Rêber Ocalan li cîhanê û Tirkiyeyê hamleyek hatiye destpêkirin. Ev hamleya ku ji aliyê dostên kurdan ve hatiye destpêkirin mezin dibe û belav dibe. Bi boneya tecrîd bi dawî bibe û Ocalan bi temamî ağzad bibe, bi etîketa “#TecridiKırmakİçinKartGönder (JiBoTecridêBişkîninKartBişînin)”, banga “nameyan ji Îmraliyê re bişînin” hat kirin.

Di parvekirinên hatin kirin de wiha hat gotin: “Tecrîda dermirovahî ya li Îmraliyê 1000 roj li dû xwe hiştin. Ji bo şikandina nepêwendîdanîna mutleq em kartan ji Îmraliyê re dişînin.”

Partiya Herêmên Demokratîk wiha bang kir: “Heya tecrîd neyê şikandin, dê demokrasî pêk neyê. Ji bo demokrasiyeke rasteqîn û ewle, tecrîdê rakin û guh bidin birêz Ocalan.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî got: “Polîtîkaya tecrîdê rê li ber xizanî, şer û pevçûnê vekir. Ji bo aramiya gel, demildest divê tecrîd bê rakirin û qanûnên navneteweyî bên pêkanîn. “#TecridiKırmakİçinKartGönder”