20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet bi girtina 30 salan têr nebû

Mehmet Şîrîn Taşdemîr 30 sal in girtî ye. Rayedarên girtîgehê 6 mehên din girtina Taşdemîr dirêj kir. Dayik Hayriye Taşdemîr, diyar kir ku rayedarên dewletê bi kêfî kurê wê ceza dikin

Li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê 7 girtiyên 30 sal in girtî ne, tevî cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Rayedarên girtîgehê bi awayekî kefî 6 mehên din cezayê wan dirêj kiriye. Yek ji van girtiyan Mehmet Şîrîn Taşdemîr e. Bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Tevî ku cezayê wî qediyaye jî dîsa jî nayê berdan. Li gorî agahiyên malbatê midûrê yekemîn ê girtîgehê Mûstafa Ozturk û dozger Mûhsîn Ûysal girtîgeh xistine kontrola xwe. Gelek caran ji girtiyan re dibêjin ‘Em dadgehê nas nakin. Li vir dewlet em in. Biryarên me derbasdarin’. Li wê girtîgehê girtiyên ku sal û nîvek e cezayê wan qediyane û nayên berdan jî hene.

Dewletê gundê me şewitand

Dayika Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Hayriye Taşdemîr anî ziman ku dewlet bi kêfî nezîk dibe û wiha got: “Bi van kiryaran îşkenceyê li malbatan dikin. Li gund dewletê gelek zext li me kir. Hêzên dewletê gundê me şewitand. Piştî xanî şewitandin Mehmet Şîrîn girtin. Me koçî Mêrsînê kir. Leşkeran kewarên mêşên hingiv şewitandin. Beriya xanî bişewitinînin gelek caran gef li me xwarin. Îşkence kirin. Digotin ‘hûn nan didin gerîla’. Dema ku Mehmet Şîrîn girtin îşkence lê kirin. Piştî girtina wî dîsa gelek caran hatin îşkence li me kirin. Piştî ku em çûn Mêrsînê jê pê ve nehatin. Dewletê gelek zor û zahmetî li me kir.”

Girtîgehên dûr îşkence ye

Taşdemîr, destnîşan kir ku rayedarên dewletê ji bo îşkenceyê li malbatan bike, zarokên wan dişînin girtîgehên dûr û wiha axivî: “Em malbatek xizan in. Lê dîsa em ji zarokên xwe yên girtî re pereyan dişînin. Ji ber xizaniyê, em di çûn û hatina girtîgehan de zahmetiyê dijîn. Ev jî îşkence ye. Ewil li Amedê girtîbû. Piştî şewata girtîgehê bi hinceta ‘Girtîgeh şewitandiye’ ew sirgunî Erziromê kirin. 9 salan li Erziromê ma. 5 sal in li Karabûkê dimîne. Li gel Mehmet Şîrîn 6 girtiyên din jî tevî 30 sal in girtî ne nayên berdan. Bi kêfî wan bernadin. Zilmê li malbatan dikin.”

Îşkencekirina girtiyan zêde dikin

Taşdemîr destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê her ku diçe zilma li ser girtiyan zêde dikin û wiha berdewam kir: “Girtî her tim rastî heqaretê tên. Ez niha 80 salî me. Bi vî temenî nikarin biçin girtîgehan. Ez di çûna girtîgehan de gelek zor û zahmetiyan dijîm. Em dixwazin wan berdin. Êdî bila malbat vê zehmetiyê nejîn. Çima girtiyan dişinin girtîgehên dûr? Cezayê wan qediyaye. Bila êdî wan berdin. Du car in cezayê wî taloq dikin. 6 meh in cezayî wî qediya ye. Lê bi keyfî bernadin. 6 girtiyên din jî tevî ku 15 meh cezayên wan qediya ne jî wan bernadin.”

Tenê 2 caran çûye serdana wî

Taşdemîr herî dawî, xwest her kes li girtîyan xwedî derkevin û wiha bang kir: “5 sal in ew sirgunê Karabûkê kirin e. Ez di pênç salan de tenê du caran çûme ziyareta kurê xwe. Em dixwazin demildest vê zilmê bi dawî bikin. Pêwîst e em û hemû gelê kurd li girtiyên xwe xwedî derkevin û girtiyan azad bikin.”