13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilên mezin bi evînên biçûk têr nabin

Lêgerîn û hewldana pênasekirin û temamkirina xwe di yê hezkirî de dibe sedema evîna rast. Ger ev hewldana lêgerînê were terikandin, evîn vediguhere tiştekî din.

Evîn û hezkirin bi hezaran rûyên wan hene. Qeder yek an jî çend ji van di para her kesî de dixe. Û her kes bi qasî giyan, wijdan û hişê xwe ji hezkirin û evînê re dilsoz dimîne. Yên dil mezin bi evînên biçûk têr nabin. Ji ber ku evîn pabendîbûn e, herikîna ber bi yê hezkirî re, rîskirina her tiştî ji bo hevdîtina evîndar e.

Lêgerîn û hewldana pênasekirin û temamkirina xwe di yê hezkirî de dibe sedema evîna rast. Ger ev hewldana lêgerînê were terikandin, evîn vediguhere tiştekî din. Ew esl û wateya xwe winda dike. Lê ne tenê hezkirin e ku winda dibe. Kesayet û karakterê wê, yanî hebûna wê ji holê radibe.

Ji windakirina xwe bi êştir tiştek nîne. Ev ji mirinê xerabtir e. Mirin ne tenê windabûn an veguhertina toza di gorekê de ye. Yên ku bi evînên mezin şopa xwe di wextê de dihêlin qet namirin. Her çend laşê wan ê mirî bibe xwelî jî, civak jîndariya wan didomîne. Ji ber ku ew xwe di wan de dibînin.

Ew bedewî û evîna ku her dem lê digerin û hewl didin ku biafirînin, bi pîroziyê re bi xwe re digirin. Em di vê xalê de nikarin Mem û Zîn û Ehmedê Xanî ji hev veqetînin. Herdu jî evîn in, û evîna herî xweş û ya herî bilind in. Hevdîtina bi hezkirî re dil dikeve naba bihareke rengîn de. Digel vê yekê jî, dev ji hezkiriyê xwe bernade.

Evîn ew hest e ku heke mirin jî di dawiya wê de hebe, divê evîndar li ber serê evîndara xwe be. Evîna heval Ebû Mûslûm û hevala Evîn jî evîneke wiha bû. Têkilî dîtin tune bû. Tenê bihîstin û hîskirin bes bû ku bigihîje wê û pîroziya tê de.

Ev tê wê wateyê ku di pirtûka evînê de rawestan û westandin tune ye. Ger hezkirin û dilsoziya rast hebe, di dil de terikandin tune ye. Di evînê de dûrketin xiyanet e. Hûn nikarin ji tiştê ku hebûna we ava kiriye veqetin.

Ji ber ku sedema hebûna we ev e. Hebûna te parçeyek jê ye. Yanî her kes parçeyek evînekê ye û evînekê temam dike. Ger tu kurd bî evîna te Kurdistan e. Ger tu Mem bî, evîna te Zîn e. Ji ber vê yekê eslê gotinê ev e ku evîn nemir e. Ew strana nemiriyê ye.

Yên ku nikaribin evînên mezin têxin dilê xwe, tirsonekên herî mezin in û mehkûm in ku her dem tenê bimînin. Temamkirina jiyaneke bê evîn, îşkenceya herî mezin e. Êşên ku ji bo gihandina hev hatine kişandin pîroz in. Her tişt dikare qîmeta xwe winda bike.

Dewlemendî û jiyaneke rehet jiyaneke demkî ye û qet aramiyê nade dil. Dilê bê hezkirin nikare aramiyê bibîne, her roj xwe dixwe. Tofan di nava xwe de dijî. Ji ber ku wijdan bêdeng namîne. Hişê we dikare we bixapîne, lê hûn nikarin dilê xwe bêdeng bikin.

Bînin bîra xwe ku dem di evînê de diherike û evîn bi demê re riya xwe dibîne. Yên ku ji vê rêyê vediqetin, nayên naskirin. Ger ew hemû dewlemendiya xwe jî birijînin evîneke zelal dernakeve holê. Ji ber ku evîn bê hesab e, dixwaze mezin bibe û rehên xwe di nav dilan de şax bide. Dixwaze her û her di nava axê de bisekine.

Loma evîn bê welat û welat jî bê evîn nabe. Û hemû xewn ber bi gihandina hev de diherikin, ne ji wê dûr. Lê di navbera rastiya evînê û evîna ku pêk tê de ferqên tirsnak hene. Qêrîna miriyên tirsonek di binê vî zinarî de deng vedidin. Ji ber ku nikarîbûn li gorî evînê bin, wan hewl da ku evînê bi awayê xwe bikin. Lewre ew di bêhêvîtiyê de jiyîn û di tenêtiyê de jî mirin. Bi îxaneta xwe ya ji evînê re hatin jibîrkirin û nehatin bibîranîn. Ger ne ber bi evînê û ji bo hezkirinê be, her çûyîn wêranî ye. Ew rêwîtiyek bêveger e.

Lê me tevan di dewlemendiya vê xaka qedîm de çavên xwe li jiyanê vekir. Em ji bo evîna rojê jiyan, rastî gelek zilm û zordariyê hatin û ji bo evînê hatin kuştin jî. Lê me tu carî dev ji ax û evîna xwe berneda.

Ya ku me zindî dike û hêza berxwedanê dide me ev hêviya hevgirtinê ye. Yên ku ji bo îdealên piçûk ji vê bihuştê derketin, dibe ku rojekê vegerin. Lê divê ji bîr nekin ku gava vegerin, ew ê wekî kesekî din werin. Ew ê êdî nikaribin di nava ax û evîna me bi cih bibin, ji ber ku ruhekî biyanî di dilê wan de şax vedaye. Di encamê de ger ne ji bo evînê be, her çûyîn parçebûnek e.