21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Besdîtina dersên bijarte şaş e

Divê her malbata kurd dersên bijarte yên kurdî bes nebîne tenê ji bo bi destxistina mafê zimanê zikmakî û fermîbûna zimanê kurdî weke paplûkek bibîne û têkoşîna vê der barê de mezin bike.

Li Tirkiyeyê çîroka înkar û reda çand û zimanê kurdî dûr û dirêj e. Ev çîrok heta rojên damezrandina Komara Tirkiyeyê diçe. Komar li ser tekperestiyê hatiye avakirin; ji bilî tirkî hemû ziman hatine redkirin û perwerdeya bi zimanê tirkî li hemû gelan hatiye ferzkirin. Mînaka şênber a vê yekê jî dûrketina ji çand û zimanê xwe ya gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Rayedarên tirk gelek caran dibêjin ku Tirkiye dergûşa şaristaniyan e û navê çerkez, rûm, terekeme, laz, kurd… rêz dikin.

Mixabin tenê navê van gelan rêz dikin û nikarin bibêjin ku ev gel bi çand û zimanê xwe dijîn. Lewre nava dergûşa ku qal dikin vala kirine û destûr nadin ku ji bilî tirkan tu gel dergûşa xwe bi ber bihejîne. Ji bo ku dergûşa gelan bi ber nebe her rê û rêbazên zextê bi kar anîne. Hem gelan di qirkirina fizikî hem jî di qirkirina çandî re derbas kirin. Van zextên dewletê, gelan ji zimanê wan re lal kirine û ji zimanê tirkî re kirine bilbil!

Dewlet neçar ma

Di vê mijarê de divê ku kurd cuda bên nirxandin. Lewre ji rojên destpêkê yên komarê heta niha di vê der barê de kurd xwedî têkoşîn û gotin in. Ji bo ku çand û zimanê xwe biparêzin kurd her têkoşiyane. Ev têkoşîn roj hatiye li medreseyan roj hatiye li zindanan û roj hatiye li serê çiyayan xwe daye dar. Bê guman di vê têkoşînê de gelek bedel jî hatine dayîn. Jixwe dema ku mirov doza tiştekî bike û di doza xwe de bi israr be bê bedel nabe.

Bêyî ku gelek dirêj bikim dixwazim bêm ser mesela ku dixwazim ser rawestim. Weke ku tê zanîn di encama van bedelên ku kurdan dan de dewleta tirk di sala 2012’an de neçar ma ku der barê kurdî de hin “gavan” biavêje. Di bin navê “ziman û zaravayên dijîn” de destûr da ku zarokên kurdan ên diçin dibistanên navîn û lîseyê zaravayên kurmancî û kirmanckî weke dersên bijarte hilbijêrin. Têkoşîna kurdan a bi dewletê ev gav da avêtin, bi gelên din jî da qezenckirin. Ev ne tenê ji bo kurdan ji bo gelên din jî hat serbestkirin.

Axaftina bi kurdî kêm dibe

Bila şaş neyê fêmkirin ez vê gav bes û têrker nabînim. Bê guman daxwaza kurdan ne dersa  bijarte ye. Lê heta ku daxwaza kurdan a perwerdeya bi zimanê zikmakî bê qebûlkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî kurd dikarin ji vê gavê sûd bigirin. Qet nebe heta bi destxistina her du mafên min qala wan kiriye bi dest bixin zimanê xwe ji bîr nekin. Her çiqas kurdan ji bo zimanê xwe gelek bedel dabin jî, ji ber ku di salên dawîn de ji aliyê dewletê ve polîtîkayên pir zirav ên pişaftinê tên meşandin, li gel zêdebûna nivîsandinê li Kurdistanê roj bi roj axaftina bi kurdî kêm dibe.

Ji ber ku ji sala 2012’an ve di meha çileyê de dersên bijarte tên hilbijartin di van rojan de ev mijar di nav kurdan de dibe rojev û bangên hilbijartina dersên bijarte li kurdan tên kirin. Balkêş e di salên dawîn de “mamosteyên” ku ji beşên zimanê kurdî yên zanîngehên bisînor ên Tirkiyeyê mezûn bûne û  ji ber înkar û reda zimanê kurdî dewleta tirk naxwaze wan tayîn bike û saziyên mîna HEZKURD’ê ji bo dersên bijarte kampanyayên hilbijartina dersên bijarte dimeşînin.

Bi AKP’ê re kampanya dimeşînin

Mamosteyên ku dewlet ji ber înkar û reda zimanê kurdî wan tayîn nake û HEZKURD weke ku qet ev rewş li holê tune ye tevdigerin û bêyî ku daxwaza kurdan a zimanê zikmakî û fermîbûna kurdî bînin ziman banga hilbijartina dersên bijarte li kurdan dikin. Heta bêyî ku şerm bikin vê bangê bi hin rayedarên AKP’a ku 20 sal in li Tirkiyeyê desthilat e didine kirin. Ji ber vê yekê ev kampanya nikarin tenê weke “kampanyayên zimanên” bên nirxandin. Lewre di bin ziman de ev kampanya kampanya hilbijartinê ya AKP’ê ye.

Heke ku wiha nebe gelo ev mamoste û HEZKURD bi kîjan aqilî bi AKP’iyan re bang li kurdan dikin? Kijan roja ku ev mamoste û HEZKURD dev ji vê lîstika gemarî ya li dijî daxwazên kurdan berdin û mîna herî kurdî banga zimanê zikmakî û fermîbûna kurdî li dewletê bikin wê ew roj kurd bêtir nêzî van daxwazên xwe bibin û van daxwazên xwe jî li partiyên mîna AKP’ê yên li desthilatê bidin qebûlkirin.

Besdîtin şaş e

Rojeva kurdan zimanê zikmakî û fermîbûna kurdî ye. Divê ku kurd van daxwazên xwe ne tenê di 21’ê Sibatê û 15’ê Gulanê de bikin rojev û bernameyan li dar bixin. Heta ku ev daxwaz bên bidestxistin li Kurdistanê her roj  21’ê Sibatê û 15’ê Gulanê ne! Vê der barê de ne tenê sazî û rêxistinên ziman divê partiyên siyasî yên kurdan jî rola û rista dikeve ser milê wan bilîzîn û van daxwazên kurdan bi riya siyasetê bi dewletê bidin qebûlkirin.

Herî dawî vê bibêjim; hilbijartina dersên bijarte yên kurdî li zarokên kurdan helal e. Divê her malbata kurd vê ji bo zarokên xwe binirxîne û ji bo bi destxistina mafê zimanê zikmakî û fermîbûna zimanê kurdî bike paplûkek. Hilbijartina dersên bijarte ne şaş e bes dîtina wan şaş e. Bi gotineke din; hilbijartina dersên bijarte yên kurdî ne şaş e meşandina kampanyayên ji bo besdîtina wan şaş in!