spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Em ê di 14’ê gulanê de hesabê kûmpasê bipirsin

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku doza girtina partiya wan, “kûmpaseke” ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin e û wiha got: “Em ê bersiva vê di 14’ê gulanê de pir xurt bidin.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxandin. Beştaşê, analîz û îstatîstikên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê parve kir û wiha got: “Serlêdan herî zêde ji Tirkiyeyê hatine kirin. 20 hezar û 100 doz niha li DMME’yê ne. Ev doz li welêt hatine vekirin. Tirkiye di bêedaletî û bêhiqûqiyê de li ser hev rekoran derbas dike. Di vê mijarê de her tim di îstatîstîkên navneteweyî de dibe yekemîn. Heman kesên di bêhiqûqî û bêedaletiyê de sînoran nas nakin, di demên dawî de biryarên DMME’yê jî nas nakin. Biryarên DMME’yê yên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş, Kavala û ya têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan çendek mînakên ji van in. Yek ji rekorên din jî koçberiya ji Tirkiyeyê ye. Piştî Sûriye, Efxanistan, Iraq û Pakistanê, herî zêde kes ji Tirkiyeyê bo îltîcayê serî li welatên Ewropayê didin. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku demokrasî, edalet, liyaqet, mafê jiyanê û azadiya fikr û xwedîfadekirinê nîn e.”

Îktidara derewan

Bi domdarî Beştaşê got ku îktîdara AKP-MHP’ê li ser derewan hatiye avakirin û wiha domand: “Em ê vê îktîdara li ser derewan hatiye avakirin têk bibin. Ji ber ku siyasetmedarên AKP’î li welatên Ewropayê gotinên nefretê pêş dixin, gel li dijî hev sor dikin û sûcê nîjadperestiyê dikin, hikûmetên Almanya û Hollandayê neçar man ku tevdîran bigirin. Ji ber gotinên siyasetmedarên AKP’î yên li dijî kurdan û muxalîfan ku kesan teşwîqî nîjadperestî û sûcan dikin, Almanyayê weke gefeke mezin nirxand û tevdîr girt. Mixabin ev ziman û siyaseta wan li Tirkiyeyê bê navber didome. Daraz jî van gotinan rewa dike.

 Êdî Ewropa jî nijadperestiya wan qebûl nake

Her wiha serokên Ewropayê naxwazin bibin amûra propagandaya hilbijartinê ya Erdogan. Cara pêşîn e ji bo mitîng û xwepêşandanan biryar dan ku divê destûr bê girtin. Xuya ye ku Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê lê li Ewropayê jî bi tenê dimîne. Sedema neçariya destûrxwestinê ji ber zîhniyeta AKP’ê, zimanê wê û nîjadperestiya wê ye. Ev 7 sal in li Wanê hemû xebatên propagandayê yên partiya me bê navber tên qedexekirin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê nîjadperestiyê bidome”.

Doza girtinê

Bektaşê ji bo doza girtinê wiha  got, “Der heqê partiya me de dozeke girtinê heye. Li ser kampanyayê hate vekirin. Pêşengtiya wê jî Bahçelî dike. Piştî wî jî Erdogan û berdevkên wî tên. Bê guman ev doza girtinê tenê li ser daxwaza MHP’ê nehat vekirin. Mimkin nîn e ku haya Erdogan û Bahçelî di mijareke wiha girîng de ji hev nebe. Anku biryareke hevpar e. Êdî Doza Kobanê ya girtina HDP’ê veguheriye doza skandalê. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku ji Bahçelî tûjtir e, li pêşiya AYM’ê mîna wezîrê karên hundir diaxive. Ji bîr kiriye ku hiqûqnas e. Tekane têgehekê hiqûqî ji devê wî dernakeve. Bi nirxandinên siyasî kir ku hesabên me bên blokekirin. Li vir çi dike? Dîtin ku doza kûmpasê ya Kobanê bi têrî doza girtinê nake. Lewma biryar dan ku lîstikeke din bilîzin.

Şahidên derewîn

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo blokekirina hesabên HDP’ê cara sêyemîn di 13’ê kanûna 2022’yan de serî li AYM’ê da. AYM’ê di 29’ê kanûnê de jê re got ku di nava 5 rojan de delîlên di destê xwe de bîne. Ev nivîs bi tenê nîşan dide ku ji bo blokekirina hesaban tiştek di destê wan de nebû. AYM’ê sedemên şênber daxwaz kir. Serdozger jî kete nava lêgerîna delîlan û di 31’ê kanûna 2022’yan de ku me tevekan ji bo sala nû amadekarî dikir û her dever girtî de tiştek bû. Şahidekî nepen tînin edliyeyê. Vî şahidî ji bo rojnamegeran tînin. Lê êdî çi bibe ev kes der heqê doza girtinê de îfadeyan dide. Mîna senaryoya fîlmekî ye. Serdozger di 2’yê çileya 2023’yan de van îfadeyan bi lez û bez dişîne. Ji emniyetê belgeyên îfadeyê dixwaze û wan jî îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê şandine. Ev belge di 3’yê çileyê de ji AYM’ê re tên şandin û AYM jî di 5’ê çileyê de biryara blokekirinê dide.

 Ev çi edalet e?

Gelo çi edalet di vir de heye û kîjan aliyê wê dibe delîl? Bi vekirî lîstikan dilîzin. Hewcehî bi veşartina kûmpasê jî nabînin. Gelo ev şahid ev du sal in çima neaxivîbû? Hûn vê kûmpasê ne ji bo vê dozê lê li demokrasiyê dikin. Kûmpasa li dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Piştî gotina AYM’ê ya ‘ez ê biryara roja hilbijartinê bidim’ jî nîşan dide bê ka kûmpaseke çiqas mezin e. AKP’ê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye û bi van kûmpasan nîşan dide ku çîroka wê qediyaye. Çîroka wan jî hîle û kûmpas in. Em ê bersiva wan di 14’ê gulanê de pir xurt bidin