3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi berdilkên ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ serdana esnafan kirin

Dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, li Mêrdînê berdilkên “tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û serdana esnafan kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebitîn.

Mêrdîn

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çû serdana esnaf û malbatan. Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixin û girseyeke qelebalix, Kiliçgun û şandeya pê re li pêşiya DEM Partiyê, pêşwazî kirin. Hevserok û dayik çûn serdana esnafan. Dayikan berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kiribûn û serdana esnafan kirin. Esnafan Uçar û şandeya pê re bi çepikan pêşwazî kirin û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Şande piştre jî derbasî buroya hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê bûn. Uçar, li vir heta demekî bi welatiyan re wêne kişand. Piştre jî çû serdana hinek malbatan.

Namzetên hevşaredariyê yên Midyadê Huda Erdem Aslan û Hîkmet Duman jî bi nûnerên cemaeta suryanan re civiyan. Namzet piştre jî tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan çûn serdana esnafan.

Namzetên hevşaredariyê yên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr jî tevî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz çûn serdana gundan. Piştî serdanên di danê sibehê de, şande çû serdana esnafên navendê.

Namzetên hevşaredariyê yên Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî jî xebatên xwe li gundan domandin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo namzetan hebû. Di serdanan de govend hatin gerandin û namzetan piştgirî xwestin.

Namzetên Stewrê Hatîce Oncu û Selahattî Onder jî tevî Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar re xebatên hilbijartinê meşandin. Li navenda navçeyê şande çû serdana esnafan û piştre jî li gundan hevdîtin kirin.

 Erzirom

Li navçeya Qereçoban a Erziromê namzetên hevşaredariyê Kazim Erhan û Zelal Yîgît û partiyiyên ku parlamenterê DEM Partiyê di nav de serdana dikandaran kir. Gergerlîoglû, bi lêv kir ku divê DEM Partî li navçeyê rekorê bişikîne. Dikandaran eleqeyeke zêde nîşanî partiyiyan da.

Agirî

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş li gel parlamenter Sirri Sakik serdana xwendekarên li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê kirin. Partiyiyên serdana avahiyên Fakulteya Perwerdehiyê û Navenda Jiyanê ya Zanîngehê kirin, pirsgirêkên ku ciwan dijîn guhdarkirin. Ciwanan anîn ziman ku pirsgirêkên weke veguhestin, cihê lê mayînê û ewlehiyê dijîn.

Qers

DEM Partiyê li navçeya Qaxizmanê bi serdana dikandaran xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Partiyiyên ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û namzetên hevşaredariyê Guler Hatay û Mehmet Alkan jî di nav de yek bi yek serdana dikandaran kirin. Partiyiyan, pirsgirêkên ku dikandar dijîn guhdarkirin û soza “çareseriyê” dan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê