28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya Zimên

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Parastina ziman, bi bikaranîna ziman, bikaranîna ziman jî bi hişmendiya ziman bi dest dikeve. Mirov bi hemû hebûna xwe muhtac û deyndarê ziman e.

Di nav candaran de heyînê ku hebûna xwe bi zimanê xwe dide hisandin, tenê mirov e. Ango ziman nîşana hebûna mirov e. Ji ber ku ziman nîşana hebûna mirov û alava bingehîn a ragihandinê ye, her mirov neçar e ku hest û hizrên xwe bi zimanê xwe derbibire. Herwiha ji ber ku mirov her gav bi mirovên din re di têkiliyê de ye, her tim pêdiviya wî/wê bi bikaranîn û pêşvebirina zimên heye. Ji bo ku zimanê xwe pêşve bibe jî pêdiviya wî/wê bi hişmendiya zimên heye. Mirov bêyî hişmendiya ziman, nikare zimanê xwe bi kar bîne û pêşve bibe.

Çi kesê/a ku ji dayik dibe, pêşî zimanê dayika xwe û peyre zimanê derdora xwe hîn dibe. Zimanê ku hîn dibe jî li gor viyan, jiyan û asta perwerdehiya xwe bi kar tîne. Ziman bi gelek awayên cuda tê bikaranîn. Hin caran ji bo gihandina agahiyan, hin caran ji bo têkiliyên civakî, hin caran ji bo derbirîna hestan û diyarkirin û zelalkirina ramanê tê bikaranîn. Li gor hin feylesofan “ziman qada dîrokî ya hebûna mirov” e. Ji ber ku ziman ne destketiya mirovekî/ê tenê ye, her mirovê/a ku tê dinyayê pêşî nasdarî zimanê dayika xwe dibe. Zimanê dayikê, bê haya mirov di bîr û binbîra mirov de cih digire û riknê hişmeniya zimên pêk tîne. Parastina zimanekî bi kemilîbûna hişmendiya wî zimanî pêkan dibe. Kesên ku zimanê wan qels e yan jî zimanê xwe bi xeletî bi kar tînin, divê pêşî hişmendiya zimên pêşve bibin. Lewre kesên ku hişmendiya ziman bi wan re tune be, nikarin zimanê xwe baş bi kar binîn

Bikaranîna ziman a bi şaşî ji ber qelsbûna hişmendiya zimên e.  Li şûna ku mirov zimanê xwe biterikîne û jê bi dûr bikeve,  divê kêmasiyên xwe yên zimanî bibîne û ji bo sererastkirina van kêmasiyan hewl bide.  Ji bo ku mirov di bikaranina ziman de şaşiyên xwe sererast bike jî divê bêtir girîngiyê bide hişmendiya zimên. Famkirina rêbaz, rêgez û hûrgiliyên hişmendiya ziman, bi hewldanên jidil û bênavber ên kesane bi dest dikeve. Di vir de hin caran pêdivê bi behreyên jîrayiya ziman a kesane jî heye. Lewre her mirov ne xwediyê heman behreyê ye. Her mirovek di hêlekî de gihîştî û serketî ye. Ji bo wê, divê ji kesên ku jîrayiya wan a ziman pêşketî ye sûd were wergirtin.  Tiştê girîng jî ew e ku takekes derbarê hişmendiya ziman de hestiyar, pejnkar û baldar be; meyla wî /wê ya hişyariyê hebe û ji bo hînbûnê amade be.

Bêguman bikaranîna ziman behreyeke taybet divê. Belê dîsa jî her rmirov dikare bi xebat û hewldaneke baş xwe bigihîne asteke bilindtir û zimanê xwe rast û durist bi kar bîne. Gotina ‘çilvirandina ziman’ jî ne di cî de ye. Lewre tu car tu ziman nayên çilvirandin. Çilvirandin her gav xwe di şaşiyên kesên ku ziman şaş bi kar tînîn de dide der.  Ji bo wê, nîqaşên ku derbarê vê yekê de têne kirin ne li ser ziman bi xwe ye, li ser kesên ku ziman bikar tînin e. Belê dibe ew kesên ku ziman bi ziman eleqedar dibin ji şaşiyan bikin. Şaşî û kêmasiyên ku di ziman de tên kirin, gelek caran ji ber qelsbûna hişmendiya zimên e. Xurtbûna hişmendiya zimanî, hem zimanê hişmediyê xurt dike û hem ji vegotin, famkirin û têgihiştinê hêsan dike.

Ji bo parastina neteweyekê asêgeha herî zexm û tebût ziman e. Ziman kilîda gencîneya neteweyê bi xwe ye. Pêşketin û dewlemendiyên ku bi demê re derketine/derdikevin holê, bi ziman têne vegotin, veguhastin û parastin. Ji bo neteweyekê ziman mezrîngeha herî bibergeh û berfireh e. Bîr û bîrdoz, fîkr û raman, ol û baweriya mirovan çi dibe bila bibe, ziman hemû endamên wê neteweyê di bin banê xwe de digire. Ji ber vê yekê ziman bi qasî ku ji bo mirovan girîng e ji bo gel, civak û neteweyan jî ew qas girîng e.

Tiştê ku neteweyekê ji neteweyên din cuda dike zimanê wê ye. Taybetî û çawaniya herî bingehîn a ku di cîhanê de cih û nirxên gel diyar dike û wî gelî dike gel jî dîsa ziman e. Lewre ziman hêmana bingehîn a hişmendi û bira neteweyê ye. Lewre ziman ragihan, nihûran û dahûrana gel e. Lewre ziman amûra têkiliya navbera mirovan û alava pêwendiya navbera takekes û civakê ye. Zimanê ku em pê diaxivin dibe nasnameya me ya neteweyî û kesayetiyeke taybet dide me ku em her gav dibin kesekî/e ji wê neteweyê. Gel an jî neteweyek, tenê bi saya zimanê xwe yê zikmakî dikare dane û nirxên xwe yên neteweyî veguhêze peyrewên xwe û ji nifşên pêşerojê re bihêle. Ziman hem hêviyê dide nifşê heyî hem jî derfetê dide nifşê bê yê ku nirxên xwe yên neteweyî biparêze û bispêre nifşên pey xwe. Lewre tiştên ku di dîrok û rabirdûyê de hatine kirin û bidestxistin ancax bi saya ziman tên parastin û pêşvebirin.

Rastiyeke wisa jî heye; civakên ku hişmendiya wan a zimanî pêşketî ye, yekitî û hevgirtina wan a neteweyî jî pêşketî ye. Herwiha civakên ku hişmendiya wan a zimanî li paş maye, hevgirtin û yekîtiya wan a neteweyî jî li paş maye.  Gava ku hişmendiya ziman tune bibe, dê bîr, binbîr, hest, raman û jîrayiya mirov a neteweyî jî tune bibe. Hemû behre û destketiyên mirovî yên zanistî, hunerî, çandî û wêjeyî bi saya hişmendiya zimên tên parastin.

Tiştê ku giyanê yekitiya neteweyî bi mirov re digihîne û di navbera mirovan de hest û ramana neteweyî ya hevpar saz dike jî ziman e. Asêgehên bişaftin û tunekirinê yên ku li pêşiya gel têne avakirin, bi saya ziman têne rûxandin. Astengiyên ku li pêşiya neteweyekê têne danîn, bi saya ziman têne derbaskirin. Haya mirov bi saya bi ziman ji civak û derdor wan çêdibe. Mirov cîhana hebûna xwe bi saya zimanê xwe dinase û bi saya zimanê xwe daxilî nava cîhana zanînê dibe. Têkiliyên jiyana xwe ya rojane bi saya ziman pêk tîne. Ji bo ku hest û hizrên xwe ragihîne kesên din, zimanê xwe bi kar tîne.

Em hay jê hebin an jê tunebin; em bixwazin an nexwazin, bi zimanê me an ne bi zimanê me be… em ji sibehê heta êvarî teqez zimanekî bi kar tînin û hemû hest û hizrên xwe bi saya wî ziman derdibirin. Bêguman tiştê ku haya me ji hebe, ji yê ku haya me ji tune be çêtir, tiştê ku em dixwazin bikin ji tiştên ku em naxwazin bikin rastir û bikaranîna zimanê me ji bikaranîna zimanê biyanî birûmetir e.

Îcar bi rastî, hezkirin û lêxwedîderketin zimanekî, tu car bi dirûşm û pesinandina ziman bi dest nakeve. Parastina ziman, bi bikaranîna ziman, bikaranîna ziman jî bi hişmendiya ziman bi dest dikeve. Mirov bi hemû hebûna xwe muhtac û deyndarê ziman e.

Belê ji bo her mirovê/a şerde, şareza û hişyar, prensîba bingehîn jî hişmendiya ziman e. Lewre behreya me ya ku em bi mirovên din re diaxivin û têkiliyê datînin jî rasterast bi ziman û hişmendiya ziman ve girêdayî ye.