6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sekna malbatên şehîdan bi wate ye’

Ji dîroka rejîma Îranê heta niha gelek rêbazên dijmirovane li dijî civakê tên bikaranîn. Yek ji van rêbazan jî darvekirina kesan e. Li gorî daneyan di 2023’yan de li Îranê bi tevahî 834 kes hatin darvekirin.

Îran dema bixwaze kesekî-ê darve bike dikare sûcên ku qet eleqeyan wan pê tune be jî li wî-ê bar bike. Mînaka vê yekê ya herî dawî me di darvekirina Mohsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azarbar û Pejman Fatehî de dît.  Mohsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azarbar û Pejman Fatehî bi îdiaya ku sîxuriya Îsraîlê dikin piştî ku 19 meh di girtîgehê de man di 29’ê çileya 2024’an de hatin darvekirin.

4 ciwanên kurd ên ku hatin darvekirin di hevdîtinên xwe yên dawî ku bi malbatên xwe re kirin de xwestin ku li dû mirina wan bila şîn neyê girtin. Em der barê mijarê de bi Marîa Mehmûd a hevjîna Mihemed Feramerzî yê ku di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ‘Me bi dilxwazî vê rê hilbijart, em bi wê dildarbûnê jî di rêya xwe de berdewam dikin. Tiştek ku em jê bitirsin nîne’ re axivîn.

Marîa Mehmûd di destpêka axaftina xwe de ji bo hevjînê xwe Mihamed Feramerzî ev tişt anî ziman: “Mihemed di mijara doza kurdan de ji bo karibe tiştek bike pir bi dilxwazî kar dimeşand. Di hemû jiyana wî de xema wî gelî wî û welatê wî bû. Weke tê zanîn ew ji bo gera siyasî çûbûn welat. Lê rejîma Îranê wan bi hinceta ku sîxuriyê ji Îsraîl re dikim wî û 3 hevalên din li herêma Somaî-Bradost binçav kirin.”

‘Darvekirin cezayek dijmirovî ye’

Marîa Mehmûd bertekên ku li dijî darvekirinên li Îranê pêk tên, pêş dikevin bi bîr xist û wiha got: “Hemû mirovahî jî zane ku cezayê darvekirinê cezayeke dijmirovane ye û dema ku ev ceza pêk tê ne tenê kesê/a ku hatiye darvekirin tên cezakirin. Di heman demê de hemû malbat û hezkiriyên wan jî tên cezakirin. Ji ber wî li gelek deverên cuda li dijî darvekirinan bertek tên nîşandin lê komara îslamî ya dijmirovî guh neda van bertekan.”

Mehmûd diyar kir ku jiyana wan bi darvekirina Mohsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azarbar û Pejman Fatehî re zehmetir bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek ku min got bi pêkanîna darvekirinê re kesek nayê cezakirin, malbat bi xwe jî tê darvekirin. Mirina bi vî rengî ji bo malbatê jiyanê dijwartir û xemgîntir dike. Piştî darvekirinê rejîmê nehişt cenaze bigihijîn malbatan. Lê malbatan bi piştevaniya şoreşgerên ku dildarên Kurdistanê ne merasîmê ji bo wan şehîdan li dar xistin. Vê helwesta gelê kurd qedirbilindî û xwedîderketina wan a li zarokên wan ji bo malbatên şehîdan sekneke pir bi wate ye û malbat bi vê seknê serbilind in.”

Banga hevgirtinê 

Hevjîna Mihemed Feramerzî Marîa Mehmûd ku piştî gefxwarina kuştinê ya Mohsen Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azarbar û Pejman Fatehî ji bo li dijî darvekirina wan peywendiyan bi rêxistinên mafên mirovan re deyne berê xwe daye Ewropayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez careke din spasiya we û hemû welatiyên kurd ên hêja dikim. Daxwaza min ew e ku em careke din rê nedin ku yek ji me kêm bibe. Werin em bi yekgirtin û yekdengî li hemberî cezayê dijmirovî yê Îranê bisekinin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê