8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sed sal bi komkujiyan borî

Dîroka Komara Tirkiyeyê bi komkujiyan tê hiş û aqilan. Dîsa li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî komkujiyên li dijî kurdan bûne dîrokên reş û bi êş ku nayên jirkirin. Yek ji wan komkujiyan jî Helebce ye.  

Piştî Peymana Lozanê di 100 salên borî de li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan gelek komkujî pêk hatin. Komkujiya Zîlan, Dêrsim, Mereş, Helepçe, Roboskî, Qamişlo, Şengal û jêrzemînên Cizîrê gelek komkujiyên din pêk hatin.

Komkujiya Zînî Gedîkê; Di 6’ê tebaxa 1938’an de li gundê Zînî Gedîk ê Erzînganê li dijî gelê kurd pêk hat. 95 kes hatin kuştin. Komkujiya Rewandizê; Împaratoriya rûsî û hevkarên wan pêk hat. Li gor texmînan 8 hezar kurd hatin kuştin. Ji sedî 80’yê bajêr wêran û talan kirin.

Komkujiya Geliyê Zîlan; Di tîrmeha 1930’an de pêk hat. Li Geliyê Zîlan di fermandariya Ferik Salih Omurtak de li navçeya Erdîşa Wanê komkujî pêk anîn. Li gorî çavkaniyên cuda di navbera 15 hezar û 47 hezar mirov qetil kirin. Komkujiya Dêrsimê: Di salên 1937-1938’an de li Dêrsimê pêk hat. Artêşa tirk li dijî kurdan pêk anî. Bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin û bi deh hezaran jî hatin sirgûnkirin.

Komkujiya Qerqeliyê; Di 1943’an de li Qerqeliya Wanê çêbû. Weke “Komkujiya Qerqeliyê” ango Geliyê Sefo jî tê zanîn. Komkujiya Gurgumê; Qirkirina Mareşê di 19’ê berfanbarê 1978 heya 26’ê berfanbarê 1978’ê li perêzgeha bakurê Kurdistanê, Gurgumê li dijî kurdên elewî pêk hat. Ji aliyê hêzên Gurên Boz, tirk-îslamîst û hin komên polîs û leşkeran ve pêk hat. Zêdetirî 500 xanî hatin şewitandin û zêdetirî 2500 mirov hatin qetilkirin.

Komkujiya Helebçeyê; komkujiyeke kîmyewî ye ku di 16’ê adara sala 1988’an de ji aliyê Iraqê ve di dema rejîma Sedam Huseyîn ve li dijî kurdên Helebceyê pêk hatiye. Zêdetirî 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Zêdetirî 10 hezar jî birîndar bûn.

Komkujiya Licê; Di 27ê cotmeha sala 1993’an de ji aliyê artêşa tirk ve li dijî kurdan pêk hat. Di Komkujiya Licê de 401 avahî 242 dikan hatine şewitandin û 17 kes jî  hatin kuştin.

Komkujiya Vartinîsê; Di 3’yê kanûna 1993’an de li Vartinîsa navçeya Tîlê ya Mûşê pêk hat. Dayik, bav û 7 zarok hatin şewitandin.

Komkujiya Kortekê; Balafirên şer ên dewleta tirk di 21’ê tebaxa 2011’an de wesayîteke malbata kurd bombe kir û u 4 zarok, jinek ducanî bi temamî 7 kes hatin kuştin.

Komkujiya Roboskê; Di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê Qilabanê pêk hat. Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Roboskî bombe kirin û 35 mirovên sivîl qetil kirin. 19 kes ji wan zarok bûn.

Komkujiya Qamişlokê ew bûyera bi bombe ye ku di 27’ê tîrmeha 2016’an de li bajarê Qamişlo, paytexta Rojavaya Kurdistanê, pêk hat. Di spêdeya 27’ê tîrmehê de kamyoneke bombekirî li Kolana Mezin a Taxa Xerbî ya Qamişlokê hat teqandin. Li encama vê teqînê de 44 kes qurban bûn û hijmareke mezin jî birîndar bûn.

Di 10 salên dawî de li Pirsû, Enqere, Konya, Jêrzemînên Cizîr, Sîlopî, komkujiya gundê Zergelê, Komkujiya li Efrînê û Qamişlo û gelek komkujiyên din pêk hatin.