3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi çavên mêvanan Newroza Amedê

Yek ji cudahiyên Newroza Amedê ya sala 2022’yan ew bû ku gelek mêvanên biyanî ji welatên Rojhilata Navîn hatibûn. Gelek siyasetmedar, rojnameger û nûnerên saziyên sivîl ên welatên wekî Misir, Urdun, Fas, Yemen, Lubnan, Tûnis, Iraq û başûrê Kurdistanê bûbûn mêvanê Newroza Amedê.
Me ji çend mêvanên xwe xwest ku ji me re behsa çavdêriyên xwe yên Newrozê bikin û nêrînên wan bi xwendevanên hêja re parvebikin.
Doktor Mehmûd Zaid ku li Misrê mamosteyê zanîngehê ye û lêkolînereke hêja ye, hest û çavdêriyên xwe yên der barê Newrozê de parve kir. Mehmût Zaîd, bal kişand ser têkiliyên gelê Kurdistanê û Misrê û wiha got: “Têkliya di navbera Misrê û gelê Kurdistanê de xwedî dîrokeke gelekî kevnare ku digihêje heta serdema firûniyan û heta roja me ya îro berdewam dike. Rojnameya Kurdistan ku rojnameya yekem a kurdan e li Misrê hatibû çapkirin. Misrê di hemû dîroka xwe de hembêza xwe ji kurdên serhildêr re vekiriye ji têkoşerên ku ji zilm û zora dewleta Osmanî reviyan re herdem malavanî kiriye û bûye hêlîn. Lewre kurdan jî Misrê wekî palpilşteke ku ji wir xwedî li siyaset û çand û zimanê xwe derkevin. Radyoya yekemîn a kurdan di sala 1957 û di wê demê de xwendekarên kurd ên ku li Misrê diman dikaribûn dengê xwe tê de belav bikin û ragihînin.

Ji dema şoreşa Îlonê ya başûrê Kurdistanê û heta îro nûnertiyên partiyên kurdistanî li Misrê hene û em hêvî dikin ku di demeke nêz de em nûnertiya partiya HDP’ê li wir bibînin. Ji bo me ev yek gelekî girîng e ku nûnertiya partiyeke wekî HDP’ê li Misrê hebe.

Hevdîtinên Ocalan û Duriye Ewnî

Ez yek ji şagirtên rêzdar Duriye Ewnî me. Me bi hev re pirtûka ‘Kurdên li Misrê di serdemên cuda’ amade kiriye. Ez dixwazim behsa serpêhatiyeke xwe ya bi rehmetî Duriye Ewnî re bikim. Duriye Ewnî gelek berhemên hêja der barê kurdan û têkliyên wan bi Misrê re nivisandiye. Lê ev diyaloga di navbera min û wê de di pirtûkên wê de nehatiye gotin. Ez ê behsa diyalogeke ku di navbera me de derbas bûbû bikim.
Gelek caran vê jina hêja hevdîtin bi rêzdar Abdulah Ocalan re jî kiriye. Carekê behsa diyalogekek di navbera xwe û Ocalan de kir. Ev hevdîtina di sala 1996’an de pêk hatibû ji Ocalan re gotibû ‘Ev bangên te yên projeya Neteweya Demokratîk û jiyana hevbeş a gelên cuda bi hev re wekî xeyalekê ku dê tu caran pêk neyê dibînim. Li Rojhilata Navîn tiştekî wiha ne pêkan e pêk bê, tu xeyaleke gelekî dûr dibînî.’ Ocalan jî bersiva  ‘Tu yê bibînî çawa em dikarin jiyana hevbeş di navbera gelan de ava bikin.’ dabû.
Lê mixabin Duriye Ewnî di sala 2015’an de çû ser dilovaniya xwe û negiha ser dîtina pêkanîna vê projeyê ku niha li Rojava dikeve meriyetê. Duriye Ewnî xatir ji me xwest lê ew proje niha li Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye.

Yekitiya mala kurd şert e

Dema ku mirov li başkirina nexweşiyekê bigere divê pêşî mirov baş wê nexweşiyê nas bike. Ez gelekî gotina birêz Ocalan a ‘Heta ku kurd bindest û kole bin dê tu caran ereb azad nabin’ diecibînim. Mirov dikare vê yekê berevajî jî bêje. Herdu hev temam dikin.
Lê ji bo pêkanîna vê yekê divê kurd beriya her tiştî yekitiya di nava mala xwe de ava bikin. Em li Misrê vê yekê gelekî seyr û ecêb dibînin çawa kurdên Başûr nikarin yekitiya xwe ava bikin, nakokiyên çawa di navbera PDK û YNK‘ê de hene li ser çi li hev nakin, ew çi ye ku nikarin di nava xwe de wê parve bikin?
Wekî mînak ew nikarin niha namzeteke serokatiya Iraqê yê hevbeş derxînin. Ne PDK ji ya xwe dadikeve û ne YNK.
Dema em dibêjin kurd, di cih de pirsa kîjan kurd jî tê hişê mirov, ev yek ne tenê ji bo partiyên Başûr lê her wiha ji bo kurdên Rojava jî wiha ye. Dema em dibêjin kurd, em behsa Meclisa Sûriyeya Demokratîk dikin an jî em behsa Meclisa Niştimanî (ENKS) ya ku her tiştê xwe radestî hikûmeta tirk kiriye dikin.
Ew yek rast e ku heta kurd kole û bindest bin dê ereb nikarin azad bibin lê divê berî her tiştî kurd jî pêşî yekitiya xwe ava bikin: Yekitiya mala kurd ava bikin û li gorî baweriya min dê ew yek bibe gava yekemîn ji bo ku kurd bigihêjin armancên xwe.

Hewcedariya kurdan bi dezgeheke medyayê ya bi zimanê erebî heye

Ez dixwazim tiştekî din ê giring bînim ziman. Tiştê ku ez dibînin hûn ji xwe re diaxifin û bang li hev dikin. Dengê we nagihêje kesekî din. Gelekî girîng e ku hûn dengê xwe bigihînin kesên din. Ji bo vê yekê jî medyayeke bi zimanê kesên din divê hebe. Ji bo ku hûn karibin dengê xwe bigihînin cîhana erebî divê medyaya we bi zimanê erebî weşaneke xurt bike da ku gelên din dengê we bibihîzin.

Divê kurd dengê xwe bigihînin cîhana ereban

Min gelek caran ev pêşniyara xwe ji bo kurdan kiriye. Ez dîsa dubare dikim divê medyayeke kurdan a xurt hebe ku nûçeyên der barê kurdan û çanda wan de bigihêje gelên din. Lewre jî dîsa dubare dikim û dibêjim hewcedariya kurdan bi dezgeheke medyayê ya bi zimanê erebî heye da ku bikaribe dengê xwe bigihîne cîhana erebî. Em wekî ereb dixwazin pirsgirêkên we ji devê we bibihîzin, ne ji devê kesên din. Ne ji devê welatên ku desthiladariya we dikin.

Dibe ku ev mînakeke ne di cih de be, wekî mînak ne kanaleke wekî Zagros, Huriye yan jî kanala Texyîr be. Mixabin ew tev tenê behsa siyaseta xwe dikin, behsa siyaseta aliyekî dikin. Ne kurdistanî ne û nabin dengê hemû kurdan. Lê em dibînin ku welatên wekî Îranê û Tirkiyeyê di vî warî de serkeftî ne û dikarin bi rêya kanalên xwe yên bi zimanê erebî her tiştên welatê xwe û gelê xwe bigihînin cîhana erebî.

Me dît ku kurd çawa Newrozê pîroz dikin

Rojnameger û serokê Navenda Lêkolînên Erebî li Qahîreyê Mihemed Fethî Şerîf jî çavdêriyen xwe yên der barê Newrozê de parve kirin û wiha got: “Di destpêkê de em gelekî kêfxweş in ku em mêvanê vî bajarê dîrokî yê kevnar in. Di rojeke wiha girîng a cejna Newrozê de em hatin û me bi çavê xwe dît ku çawa kurd Newroza xwe pîroz dikin. Pîrozbahiyeke gelekî bi heybet û xweş bû, biçûk û mezin, jin û mêr, zarok, kal û pîr her kes li wir bû û di atmosfera jinan de stran û muzîka kurdî bilind dibû.

Me berxwedana gel û astengiyên polîsan bi çavê xwe dît

Me bi çavên xwe dît ku bê çawa hêzên dewletê astengiyê li pêşiya tevlêbûna gelê kurd derdixînin. Lê tevî hemû astengiyan gel bi israr li ber xwe da û derbasî meydana Newrozê bû. Ez bi hêvî me ku gelê kurd bibe xwedî hemû mafên xwe û em ê van çavdêriyên xwe bi zimanê erebî jî bi welatê xwe û medyaya erebî re parve bikin. Ez vê cejnê li hemû kurdan pîroz dikim û ez gelekî kêfxweşim ku tev li vê roja xweş bûm.

Rojnameger Alî Emced ku ji Iraqê bûbû mêvanê Newroza Amedê çavdêriyên xwe wiha anî ziman û got: “Cara pêşî ez girseyeke ewqasî zindî û mezin dibînim ku Newrozê pîroz dikin. Her kes li vir beşar bûye û pîrozbahiya cejna xwe dike. Lê ne tenê bûn şahidê coş û kelecanê girseyê her wiha em bûm şahidê zext û zordestiya ku li ser vî gelî tê meşandin. Hêzên dewletê gelek astengî ji beşdarên Newrozê re derxistin û gelek kes bi saetan li derveyî qada Newrozê hatin hiştin. Hêzên dewletê destûr nedida ku gel bi azadî derbasî qadê bibe û cejna xwe pîroz bike.

Dijminatiya gelê kurd dikin

Tiştekî din jî yê balkêş ji bo min ew bû. Min hin carên din serdana bajarên Tirkiyeyê yê mezin jî kiriye lê balkêş bû ku hêzên dewletê li vir bi rengekî din tev digeriya. Zextên polîsan li ser gel nîşan didan ku di nêzîkatiya wan de wekhevî tune ye. Ne wekî bajarên xwe yên tirk lê dijîn tev digeriyan. Li vir wekî dijminan tev digeriyan wekî ku ew gel dijminê wan be tevdigeriyan.” Lê tevî hemû astengiyan ken, kêfxweşî û kelecana vê cejnê di çav û rûyên gel de xuya dikir.”

Emced Zaza ji kurdên Urdunê ye. Kalê wî ji Bakur çûye Urdunê. Cîgirê serokê komeleya Selahedîn Eyûbî ye. Emced Zaza jî hest û çavdêriyên xwe der barê Newrozê de wiha anî ziman: “Em wekî komeleya Selahedînê Eyûbî li Urdunê çalakiyên xwe yên çandî li dar dixin. Li wir em her sal Newroza xwe di hembêza xwezayê de pîroz dikin. Lê ev astengî û zextên ku me îro li Amedê dîtin me berê tu caran nedîtibû. Ev kiryarên hêzên dewletê ji me re tiştekî seyr û ecêb dihat. Li Urdunê dema em derdikevin qada ku Newroz lê tê pîrozkirin, ji bo parastina me çend wesayitên polîsan tên li wir bicih dibin û tu caran destwerdan an jî mudaxeleya tu çalakiyeke me nakin. Dema ez li vir dibînim ku ewqas polîs û hêzên dewletê kom bûne ez baş dizanim ku ew ne ji hêzê tê, lê ew ji tirsê tê. Ev nîşaneya tirs û xofa wan a ji girseya gel e. Ew ne nîşaneya hêzê ye, nîşaneya qelsbûnê ye.

Gelê kurd jiyaneke azad heq kiriye

Tişteke din jî ku bala min kişand durûtiya dewleta tirk bû. Dewleta tirk bi riya dezgehên medyayê û di nava civaka navneteweyî de xwe wekî welatekî pêşketî nîşan dide lê ev tevgerên hêzên dewletê û hişmendiya wan a îro me li Amedê, li qada Newrozê dît, tu têkliya wê bi pêşketin û adaletê tune bû. Gelê kurd jiyaneke xweş û azad heq dike. Ez ji xwedayê dilovan hêvî dikim ku gelê me bigihêje hemû mafên xwe yên rewa û jiyaneke azad û bi rûmet bibe para gelê me jî. Newrozê li hemû gelan pîroz dikim.”