6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erd, agir û kincên kurdî

Cejna Newrozê hat û derbas bû. Ji bo Newrozê gelek şîrove û nirxandin hatin kirin. Bêguman gelek şîrove û nirxandin biwate bûn. Lê gelek jê jî pûç û vala bûn. Hewce nake ku ez jî li vir van şîrove û nirxandinan dubare bikim û serê we pê bişînim. Tenê vê bibêjim pîrozbahiyên Newrozê yên îsal hêjayî beşdarbûnê bûn.

Dixwazim li ser qedexekirina kincên kurdî ya di Newrozê de rawestim û çend kelaman bikim. Weke ku tê zanîn di Newroza îsal a Amedê de kincên kurdî ji aliyê polisan ve hatin qedexekirin. Gelek kes ji ber vê qedexeyê demeke dirêj nikaribûn bikevin qada Newrozê.
Qedexekirina kincên kurdî pir nebû rojev lê li gorî min diviya ku zêdetir bibûna rojev. Lewre kincê mirov jî bi qasî zimanê mirov nasnameya mirov e. Ji ber vê jî qedexeya kincên kurdî ya di Newrozê de ne qedexeyeke ji rêzê ye û divê ku li ser bê rawestandin.
Heke em ji xwe re ev nekine xem wê piştî vê qebûlkirinê doza hin tiştên din jî ji me bikin. Bi vê qedexeyê dixwazin me ji rengê me dûr bixin. Yanî qedexeya ziman kêm dibînin; dixwazin piştî ku zimanê me ji devê me derxin kincên me jî ji me bikin. Bi vî awayî me bikin dûrîvekî din.

Bi vê helwesta xwe ya dijminane ji kurdan re dibêjin, erd bajon, lê genim neçînin; agir bikin ardû lê zêde nekin. Ji bo erd genim û ji bo agir ardû çi be; divê ji bo kurdan jî kincên kurdî ew bin. Ji bo vê jî ji niha şûn ve her kurd dikare bi vê helwestê nêzî kincên kurdî bibe. Divê baş were zanîn ku kincên me jî parçeyek çanda me ye. Lixwekirina cil û bergên kurdî xwedî derketina çandê ye.
Divê em ne erdê xwe beyar bihêlin ne jî agirê xwe bê ardû. Heke em erdê xwe beyar bihêlin em ê ji nanê xwe heke em agirê xwe jî bê ardû bihêlin em ê ji ronahiya xwe bibin. Di vê rewşê de jî wê çavê me li deriyan be û çiraya me ji donê xelqê ronî be!
Her çiqas me kurdan di hêla ziman de erdê xwe beyar hiştibe û çiraya xwe bi donê xelqê ronî kiribe jî di meseleya kincên kurdî de em dikarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Jixwe di salên dawîn de eleqeyek jî ji bo vê heye (Ji bo kurdên Bakur). Astengkirin û qedexeya di Newrozê de jî ji bo vê eleqeyê bû.

Bi vê qedexeyê dixwazin eleqeya ji bo kincên kurdî bikin. Bi gotineke din dixwazin erdê kurdan ê çandî bikin boz û beyar! Dema ku herkes ji me di texma xwe de li dijî vê derkeve û bi qasî derfetên xwe rê li ber vê bigire wê ev hewldana wan vala derkeve.
Weke ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî da diyarkirin; divê ji serdestan re bibe derd, kurd her roj û her sal, cil û bergên kurdî li xwe bikin û her Newrozê xweşiktir û bedewtir bikin. Bi destûra tu kesî cil û bergên xwe yên kurdî ji xwe nekin.
Bi heviya ku ji bo cil û bergên kurdî nebêjin; sal bi sal xwezî bi par Newroz li kurdan pîroz be.