4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi das û biviran ketin ser çanda demokrasiyê!

Gelê kurd çawa li dijî hemû êrîşan xwe, hebûn û nasnameya xwe, çand û nirxên xwe parastine dê vê çanda demokrasiyê jî diparêze û rê nede ku kes bi das û biviran wê rapejikîn e

Di her nivîsa xwe de min behsa çandê kiriye. Çand çi ye û ne çi ye? Em baş dizanin ku çand hemû berhemên bi destên mirovan malî civakê bûye ye. Dîroka çandê bi qasî dîroka mirovahiyê kevnar e ku bi destpêka têgihiştin û pêşketina hiş û hişmendiyê pêş dikeve. Çand hema wiha ji xwe ber jî pêş nakeve. Bêguman li ser bingeha qebûla kom, netew û civakî pêş dikeve. Naxwe her tişt hem wiha ji xwe ber dernakeve û nabe çand. Ji cil û ber bigirige, heta xwarin û vexwerinê, ji rabûn û riniştinê bigire heta govend û şahiyan, ji rê û resman bigire heta gelek rîduelên din, ji berheman bigire heta hunera ku tê pêşxistin, ji berxwedanên ji bo jiyanê bigire heta parastin, têkoşîn, şer û hemû rêbazên şeran jî di nav de li ser bingaha çandê pêş dikeve. Her wiha di warê madî û manewî de, ji ehlaq, hiqûq, edalet, demokrasî bigire heta komun û komunalîteyê, wekhevî û aştiyê, heta ku bigihêje bijartin û hilbijartinê yanî xwerêveberiyê mirov dikare wekî aktîvîte, çalakî û pêşketinên li ser bingeha çandê binirxîne û vê xelekê berfirehtir bike.

Yek ji mijara ku di roja îro de her di rojeva me deye û me ji nêz ve eleqedar dike xwerêvebirin û hilbijardin e. Di vir de emê hinekî li ser çanda xwe rêvebirinê rawestin. Di dîrokê de çanda xwe rêvebirinê ji xwe ber pêş nekitiye. Di destpêkê de ji bo xwe rêvebirinê têgihiştin û hişmenidiya rêxistinî ya civakî pêş dikeve. Heta qebûla giştî li ser vê çandê bibe ku zehmetiyên mezin jî hatiye kişandin. Bi demê re yên xwedî hişmeniya serdest û desthilat dijberî vê rewşa xwerêvberiyê tevigerin û bi awayekî dawî li vê xwerêvebirinê tînin. Êdî gel û civak ji aliyê serdest, hêzdar û hukumdaran ve tê rêvebirin. Lê belê ew civaka xwezayî ya ku çanda xwerêvebirinê diparêzin jî li dijî vê rewşê têkoşîna xwe ranawestîne û bi hezaran salî li ber xwe dide. Di dîrokê de em rastî gelek kesayet û tevgerên ku ji bo xwerêveberiya civakê têkoşiyane tên.

Tevgera Karmatiyan yek ji wan e ku, tevgereke herî mezin a civakî û siyasî ye ku ji salên 870 dest pê dike û heta sala 1070’yî li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Tevgera Karmatî di Rojhilata Navîn de herêmên weki Îran, Iraq, Suriye, Xorasan, Yemen, Behriyen, Misrê û qadeke gelek fireh belav dibe. Sedsala ku Karmatî derdikevin holê û pêşde diçin taybetmendiya wê demê ew e ku Ebasiyan hêzên xwe winda kirine, di rêveberiyê de nakokiyên kûr rûdaye û bandora wan kêm bûne.   Ew rewşa ku di rêveberiya Ebbasiyan de derketibû holê bêguman pirsgirêkên civakî û aborî jî bi xwe re anîbûn. Dema ku Karmatî derketin holê di otoriteya navendî de lewazî, xizaniya ji ber şer, ferzkirina yek olî û sedemên wek wan mirov dikare rêz bike… Di rewşeke wiha de Tevgera Karmatiyan, a bi pêşengiya Hamdan bîn Eşas El-Karmat (Li gorî hin çavkaniyan Hemdan Karmat li Kûfyê ji dayik dibe û kurd e) derdikeve ser dikê bi qasî 2 sed salî jiyaneke komunal a civakî pêş dixe. Civak xwe bi xwe rêve dibe.

Ev çand û kevneşopî her tim ji bo tevgerên civakî bûne mîrate û rêça têkoşîna jiyana kumunal û xwerêveberiyê. Tevgera Azadiya Kurd jî her tim balê dikişîne ser vê mîrateya dîrokî ya Karmatiyan ku çawa lê xwedî derketine û didin jiyîn. Bêguman Tevgera Azadiya Kurd bi formên nûjen ên civaka kurd  ev çanda dîrokî him parast him jî anî qonaxeke girîng. Lê belê piştî 40 salên têkoşîneke dijwar û dayîna bedelên giran qonaxa ku em gihiştinê mixabin cihê xemgîniyê ye. Li şûna ku têgihiştinek xurtir û pergaleke hêj civakî û demokratîk derkeve holê em dibînin ku ji vê çandê dûrketinek pêş dikeve. Bila şaş neyê fêhmkirin di aliyê hişmendî, têkoşîn û xebatên Tevgera Azadiya Kurd de tu guherîneke neyînî tune. Lê belê di nav civakê de yên ku qaşo ji bo xizmet û rêvebirina civakê xwe wekî nûner dibînin an jî ji bo bibin namzetên vê xizmetê hemû çand û ehlaqê vê tevgerê binpê dikin.  Di rewşeke wiha de jî ev malî Tevgera Azadiya Kurd dibe û zirarek e mezin dibîn e.

Belê em werin ser mijarê, me li jor got bijartin û hilbijartin yanî xwerêveberî li ser bingeha çandê teşedigire. Ev di bingeha xwe de çandeke demokratîk e û divê bi her awayî were parstin. Tevgera Siyasî ya kurd ji sala 2014’an û vir ve ye ji bo kesên ku bên ser erk û pêywira rêvebirî û xizmetê di nav civakê de çanda pêşbihbijartinê da destpêkirin. Ev rêbazeke herî demokratîk ê civakî ye. Gelekî bi nirx û divê bê parastin. Lê belê ew hişmendiya ku dawî li civaka xwezayî ya xwerêveberiyê anî me dîd ku bi das û biviran ketine ser vê çandê û ji bo tune bikin her cure rê û rêbazên bêexlaqî pêş xistin. Ji bo bên bijartin hemû pîvanên demokratîk, ehlaqî û civakî binpê kirin. Xwesin li ser nirxan bên cihekî. Nirx, rêgez û pîvanên Tevegera Azadiya Kurd di binê piyên xwe de heciqandin. Her bernamzetek derket nêçîra delegeyên ku dê dengan bi kar bîne! Her bernamzetekî xwest li gorî xwe delegasyonekê ava bike! Her bernamzetek bû xwediyê nirx û pîvanên rêxistinî, xwe di ser her tiştî de hesibandin û yên rikbirên xwe wekî dijberê nirx û civakê dan nasîn! Her bernamzetî li gorî xwe rêgez û pîvan avakirin! Li dû ap û xalan ketin ku karê xwe saxlem bikin! Nirxên vî gelî dan pêş û xwestin ji bo xwe wekî pêlikê bi kar bînin. (Bê guman em bernamezetên ku bi duristî xebitîn tenzîh dikin.)

Wer hasil çi qas rêbazên qirêj, bêexlaqî, yên wekî dizî, nelirêtî, derew û hwd. hebûn, me di vê pêşhilbijartinê de dît. Me ev jî dît, dayikên dilşewat ên hundirên wan tije êş û elem wiha digotin; “Hestiyê zarokên me tune. Zarokên me xwîna xwe rijand. Zarokên me di hefs û zindanan de riziyan, tî û birçî ne. Li ser serokê me tecrîd heye. Her roj gelê me yê Rojava têne kuştin. Îro vana hatine ji bo qoltixê şer dikin.” Belê ev gotinên dayikan her tijtî vedibêje û pêwîs neke ku zêde em dirêj bikin. Lê wekî gotina dawî em dibêjin; çapemeniya azad di heman demê xwe wekî çav, guh û zimanê civakê dibînin ku tu kiryarên neyînî yên li dijî gelê kurd di tarîtiyê de nehêlin û teşîr dikin. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd çawa li dijî hemû êrîşan xwe, hebûn û nasnameya xwe, çand û nirxên xwe parastine dê vê çanda demokrasiyê jî diparêze û rê nede ku kes bi das û biviran wê rapejikîn e.