spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê li 6 bajaran berdewam kir

Malbat û xizmên girtiyan li 6 bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya Nobeta Edaletê berdewam kirin.

Xizm û malbatên girtiyan, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn, Stenbol, Edene û Elihê çalakiyên Nobeda Edaletê berdewam kirin.

Wan

Malbatên girtiyan çalakiya Nobeda Edaletê ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar dane destpêkirin, di roja 62’yan de berdewam dike. Gelek kes îro hatin serdana malbatên di nobedê de ne. Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur di nobetê de diyar kir ku ew dixwazin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin.

Babur, bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kir û got: “Bi destê îktîdarê li vî welatî gelek derhiqûqtî ketine meriyetê. Wezareta Dadê û CPT divê tavilê biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Çalakgeran di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin.

Stenbol

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 54’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” vekirin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêveberên ANYAKAYDER’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Bagcilarê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên Federasyona Komeleyên Mûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak di çalakiyê de wiha got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de bi rêzdarî silav dikim. Mîna her carê dayik niha jî ji bo aştî, xwişk-biratî, edalet û demokrasiyê çalakiyê dikin. Weke Federasyona Komeleyên Mûşê em jî vê çalakiya dayikan silav dikin.”

Tokmak têkildarî meşa Azadiyê jî axivî û got: “Li tevahiya Kurdistanê hevalên me, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye. Weke federasyonê em hevalên xwe silav dikin.”

 Edene

Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 63’yemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê çalakiya îro domandin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Helîn Bayna di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ev 36 meh in di tecrîdê de ye. Em ê bi hev re vê tecrîdê bi dawî bikin. Em ê bibin dengê berxwedêrên zindanan. Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin.”

Ciwanan piştre jî fîlmê “Dorpêça Sîlvertoyê” temaşe kirin.

Amed

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam dike.  Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-ER) çalakî îro dewr girtin. Beşdarvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: “Dayik, tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya fîzîkî biisrar çalakiya xwe didomînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin û got: “Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê hate destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyeyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê. Divê bi destê aştiyê yê li Wan û Qersê hatiye dirêjkirin bê girtin. Ocalan, ji hêla gelê kurd ve weke rêber tê qebûlkirin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşê tekane daxwaz heye, ew jî azadiya birêz Ocalan e. Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Divê polîtîkayên qirêjî yên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bibin.”

Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Dayikan jî stranên kurdî gotin.

 Êlih

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 4’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes çûn serdanê. Di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Mêrdîn

Nobeta Edaletê yal i avahiya DBP’a Mêrdînê tê domandin jî didome û gelek kes îro hatin serdanê. Dayikên di çalakiyê de û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî striyan û helbest xwendin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û xwestin her kes piştgiriyê bide. Ji Dayikên Aştiyê Leyla Akar bal kişand ser armanca çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Banga me j bo hemû gelê me û dayikan e; em ji bo Rêbertiyê û xwişk-biratiyê li vir in. Werin em dest bidin destê hev.”

Nobet, bi serdanan berdewam kir.