2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê li Roboskî ne

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê piştî Elkê derbasî gundê Roboskî bûn. Rêwiyên azadiyê çûn ser gorên 34 gundiyên ku balafirên şer ên tirk ew qetil kirin û 34 kes bibîr anîn. Halîme Encu bang li dayikên leşker û polîsan kir û got: “Werin em li dijî vî şerî destê xwe bidin hev.”

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji baskê Wan û Qersê derketin rêya dirêj. Rêwiyên Baskê Wanê ku derbasî Colemêrgê bûn û ji wir berê xwe dan Şirnexê, piştî serdana navçeya Elkê kirin, ji wir derbasî gundê Roboskî bûn. Rêwiyên Azadiyê çûn ser gora 34 gundiyên ku balafirên şer ên dewleta tirk ew bi bombeyan qetil kirin. Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê li ser gorê 34 gundî bibîr anîn. Xizmên kesên hatin kuştin jî bi wêneyên kuştiyan rêwiyên azadiyê pêşwazî kirin. Rêwiyên azadiyê xizmên kesên hatine kuştin yek bi yek silav kirin û derbasî goristanê bûn. Xizmên kuştiyan û rêwiyên azadiyê li ser goristanê 34 kes bibîr anîn.

Bang li dayikên leşkeran kir

Rêwiyên Azadiyê li gel gundiyên Roboskî bi dirûşma “Şehit namirin” heta goristanê meşiyan. Li vir dua xwendin û kesên hatine kuştin bibîr anîn û dua ji wan re xwendin. Piştre yek ji xizma kesên hatine kuştin, Halime Encu li vir axivî û wiha got: “Di ser komkujiya Roboskî re 13 sal derbas bûn. Lê hêj jî edalet nehatiye Kurdistanê. Em dibêjin bila êdî komkujiyên din pêk neyên. Em hemû aştî, edalet û wekheviyê dixwazin. Te çima ev komkujî pêk anî zalim? Çi gunehê van 34 kesan hebû. Em dibêjin êdî bes e. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Ez bang li hemû dayikên kurdan dikim. Werin destê xwe bidin hev. Bila êd3i kes neye kuştin. Em aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Êşên hemû dayikan yek in. Em hemû destê xwi bidin hev û rê li pêş kuştinê bigirin.

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî anî ziman ku 4 roj in ji bo azadiyê dimeşin û wiha got: “Em ê her tem kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr bînin. Di vê goristanê de 34 kes hene. 19 ji wan zarok in. Dewleta tirk ew bi balafirên şer ên F -16 yan qetil kirin. Li Kurdistanê tu carî komkujî bi dawî nebû. Her dem kujer hatin xelatkirin. Êdî bila kes li Vartinis, Roboskî û cihên din neyên kuştin. Bila aştî, wekhevî, edalet û azadî were ser vê axê. Ji bo vê yekê jî divê Birêz Ocalan azad bibe. Rêya wî ya ku ji bo çareseriyê daniye holê bê axaftin. Divê rêya diyalogê bê vekirin.”

Piştî axaftinan gul danîn ser gorên 34 kesan. Piştî serdana Goristana Roboskê Rêwiyên Azadiyê berê xwe dan navçeya Qilebanê.