3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê: Em ê teqez tecrîdê bişkînin

Baskê rêwiyên “Meşa Mezin a Azaadiyê” ku di 1’ê Sibatê de ji Qersê dest bi meşe kirin, li pêşiya Girtîgeha Panosê daxuyanî da. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat li vir axivî û got “Teqez em ê bi ser bikevin.”

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê ji 2 baskan dest bi meşe kirin. Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê bi boneya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji 2 baskan 4 rojin meşa xwe berdewam dikin.

Baskê rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Kesên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku bi heman daxwaza greva birçîbûnê lê hatiye destpêkirin, daxuyanî da.

Rêwiyên meşê li vir dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin û daxuyanî dan. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat li vir axivî û got: “Meşa me li dijî mirinê jiyan e. Li dijî tarîtiyê, parastina ronahiyê ye. Gelê me ji bo dawî li mirinê bê têdikoşe. Em dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin me. Niha li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Em hemûyan silav dikin. Ew bi hêviyeke mezin me dişopînin. Em ê teqez bi ser kevin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakin.”