6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê berê xwe dan Panosê 

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ku ji Qersê derketin rê û derbasî Agiriyê bûn, ji wir jî berê xwe dan navçeya Panosê. Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berdewam dike.  

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de ji Qersê derketin rê, 4 rojin dimeşin. Baskê Qersê li navenda Agirî hatin cem hev û meşek li dar xistin. Welatiyên derdorê bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşê û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bimre koleti, bijî aşitî” ji avahiya bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) heta buroya hilbijartinê berz kirin.

Azadiya Ocalan dixwazin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û wiha got: “Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet bes nîne, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşin e. Îro ji bo pîşesaziya çekan û bazirganên çekan bûdçeyên zêde tên veqetandin. Gelemperiya bûdçeya welêt ji bo şer tê veqetandin. Ev bûdçe ji berîka gel derdikeve. Heke ev bûdçe ji bo gel bihata bikaranîn niha rewşa her kesî baş bûya. Vaye ev meş jî sekna li dijî vê rewşê ye.”

Parlamentera DEM partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag, anî ziman ku pêwiste meş bibe rojeva sereke û wiha got: “Divê siyaset dawî li siyaseta berê gelan didin hev bînin. Gelê kurd bedela vê jî dide. Em ê li her cihê em jê re derbas dibin van daxwazan vebêjin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Mercên nebaş hene. Girtî li dijî vê li ber xwe didin. Mirov li dijî bêhiqûqiyê bedel didin. Şikandina vê derhiqûqtiyê di destê me de ye. Lewma banga me j bo hemû gelan ew e ku bi hev re tevbigerin.”

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê piştî Agiriyê, berê xwe dan navçeya Panosê û derketin rê.