5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Azadiyê berf û baranê nas nake

Rêwiyê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê Sibatê de li Qers û Wanê dest pê kir, didome. Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê bi coşeke hatin di bin barîna berfê de ji Colemêrgê ketin rêya Elkê.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê Sibatê de ji Wanê ketin rê, 4 roj in meşa xwe didomînin. Baskê meşê ya ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, îro ji navenda Colemêrgê derketin rê. Koma ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê kom bûn, bi çepik û tililiyan Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê oxir kirin. Welatiyên Çelê Rêwiyên Meşa Azadiyê li gundê Aşûtê pêşwazî kirin. Gel tevî barîna berfê jî eleqeyeke zêde nîşanî rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê da. Gel dema rêwiyên meşê pêşwazî kirin, bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Welatî heta derketina gund bi rêwiyên Meşa Azadiyê re meşiyan. Di meşê de dîmenên rengîn derketin û coşeke mezin hebû.

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê li Bihûroka Suvarakutrayê bi meşaleyan meşiyan. Li vir govenda azadiyê hate gerandin û piştre jî meşvan ber bi navçeya Elkê ve ketin rê.