28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Kolnê civiyan

Piştî meşa 25 rojan a li Ewropayê bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto dikin û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin, li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng pêk anîn.

Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan, bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk, li bajarê Koln ê Elmanyayê meşiyan. Piştî meşa 25 rojan a di 22’ê Çile de ji 3 milan ve dest pê kiribû, îro 3 şaxên meşê li Kolnê gihiştin hev û mîtîng pêk anîn. Ji gelek welatan bi deh hezaran kes di saetên sibehê de li Kolnê civîyan.  Kurd û dostên kurdan, ji bo meş û mîtînga di salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî de, organîzekirin cihê kombûnê DHB-Haûs diyarkirin.

Kurdistanî û dostên wan piştre bi poster û flamayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada Siegburger Str Deutzer Wert a li rexa Çemê Ren ku mîtîng lê pêk hat kom bûn. Bi deh hezaran kes bi posterên mezin ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin û meşiyan. Girseya ku li ser pira Severinsbrucke’yê dest bi meşê kirin, piştî Çemê Ren derbas kirin flamayên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî”, “Free Ocalan” û “Freedom Ocalan” hildan û bê navber dirûşmeyên “Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mîtîng bi axaftinan didome.